Ji lêpirsîna 28 ’ê sibatê 3 generalê din jî hatin girtin
Ji lêpirsîna 28 ’ê sibatê 3 generalê din jî hatin girtin
Ji lêpirsîna 28 ’ê sibatê 3 generalê din jî hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna 28’ê sibatê de 6 leşkerên teqawît yên ku bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatibûn kirin 3 ji wan hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna 28’ê sibatê de ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin de, 6 leşkerên teqawît piştî lêpirsîna wan ya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin û ji 3 wan hatin girtin û 3 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
6 leşkerên teqawît ku li 3’emîn hejmara Dadgeriya Nobedariya Enqreyê ku bi 10’emîn xala TMK’ê peywirdare, hatin lêpirsîn kirin, Koramîral Aydan Erol, Tumgeneral Şevket Turan û Tugamîral Îsmaîl Ruhsar Sumer hatin girtin. Korgeneral Ahmet Atalay Efeer, Tumamîral Mustafa Ozbey û Tuggeneral Îzzettîn Gurdal bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Orgeneral Ergîn Celasîn jî piştî lêpirsîna dozgeriyê hatibû berdan.
3 leşkerê hatin girtin şandin girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.