'Ji komkujiya karkeran AKP û sermayeya talanker berpirsyar e'
'Ji komkujiya karkeran AKP û sermayeya talanker berpirsyar e'
'Ji komkujiya karkeran AKP û sermayeya talanker berpirsyar e'
Li Tirkiyeyê di demên dawî de mirinên karkeran zêde dibin. Di pêvajoya dawî de mirinên karkeran di çapemeniyê de xuya dikin û tê nîqaşkirin ku di dema AKP’ê de mirinên karkeran du car sê car zêde bûne.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Harûn Koçgirî, komkujiya karkerên pêk hatine, feraset û pergala ku dibe sedema vê û divê têkoşîna karker-kedê çawa pêş bikeve nirxand.
Harûn Koçgirî bi lêv kir ku sedema zêdebûna mirinên karkeran a di dema AKP’ê de, kapîtalîzma hov û sermayeya talanker a AKP’ê ye. Koçgirî got: “Li dijî vê karker divê keda xwe baş bizanin û ji olperestî, neteweperestî, mîlîtarîzmê xwe dûr bixin û rêxistin bikin.
NE QEZA KOMKUJÎ YE
Koçgirî bal kişand ser bûyera li Ermenek a Karamanê pêk hat û ji malbat û xizmên 18 karkeran re sersaxî xwest. Koçgirî wiha got: “Li Tirkiyeyê mirinên karkeran gihiştine asta komkujiyan. Divê ev wek qezayên kar neyên nirxandin. Qeza cudan e, li ber çavan karker terkî mirinê kirin cuda ye. Lê mirina karkeran bi giştî ji ber îhmalkirinê pêk tê, ji ber negirtina tedbîran pêk tê. Patron ji bo ku zêdetir karê bikin, hêza karkeran bi hovîtiyeke mezin mêtinger dike û dixwaze bi vê sermayeyê li sermaya xwe zêde bike.”
Koçgirî bi lêv kir ku di dema AKP’ê de hejmara karkerên dimirin zêde bûye û wiha got: “Hinek rastiyê cuda şîrove dikin. Ji van şîrovan mînakek; berê qezayên kar dibûn, lê ji ber ku di dema AKP’ê de qezayên kar bi awayekî fermî tên qeydkirin tê rojevkirin.’ Ev hewldana çapemeniya alîgir ku dixwazin gunehê AKP’ê siviktir bike tên kirin. Rast e, beriya AKP’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê komkujiyên karkeran pêk dihatin. Di dema li dijî bikarhêneriya hundir ku kapîtalîzm pêş dixist û li dijî dewlemendiyên bin erdê talankerî destpê kir, karker mirin. Di navbera 1960 û 1970'an de pêk hat. Lê komkujiyên niha di dema AKP’ê de pêk tên ji yên berê cudatir in.
AKP 12’Ê ÎLONÊ TEMAM KIR
Koçgirî bi lêv kir ku sedema vê ev e ku AKP’ê polîtîkaya berdewamkirina 12’ê Îlonê meşandiye û welat zêdetir ber bi mêtingeriye ve biriye. Koçgirî got ku ev jî heta komkujiya karkeran çûye û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’an şoreşek dijber bû û dixwest civakê bi her alî de teşe bike. Di serî de jî qada civakî hat. Beriya darbeya 12’ê Îlonê di 1980’an, 24’ê Çile biryarên aboriyê kirin meriyetê. Rejîma 12’ê Îlonê ev pêkanînên aboriyê yên 24’ê Çile, kir hedef û pêk anî. Bi barometreyên sereke yên aboriyê lîstin. Ji bo Tirkiyeyê hatina pereyê germ û dovîzê hat pêkanîn, îxracat hat teşwîqkirin. Wê demê li Tirkiyeyê sewalkarî û çandinî hat kuştin. Giranî dan îxracatê. Ev hemû di bin zexta 12’ê Îlonê de pêk hatin. Di warê îdeolojîk, senteza Tirk-Îslamê de pêvajoyeke ku divê rejîmeke 12’ê Îlonê bidomînin rû da. AKP di encama vê de derket holê. Kadroyên 12’ê Îlonê AKP ava dikirin."
SERMAYE BÛ SEDEMA MIRINAN
Di sala 2000’î de AKP bû desthilatdar û piştî vê di her qadê de polîtîka pêş xist û komên sermayayê yên nû yên girêdayî xwe ava kir. Hat hedefkirin ku karkegeriyên heta niha di bin kontrol û tekela dewletê de bûn taybet bikin û di xizmeta AKP’ê de ava bikin. Hedefek din jî ev bû ku ji bo çavkaniyên dewlemend yên bin erdê, ax û daristanan qanûnan derxin. Di bin navê ku welat ji nû ve tê organîzekirinê de xwestin sektoreke înşaetê ya mezin ava bikin. Hikûmetê bê sînor derfet da. Îhale dan van. Pere dan û komek sermayeyê ava kirin. Belê niha di dema AKP’ê de sedema her mirinekeke karkeran ji ber vê yekê ye. Yanî bi mêtingeriya komên sermayeyê û rêbazên hov pêk tên. Ji bo ku pêşî li qezayan bên girtin û li mirinan bê girtin tedbîr nayên girtin. Dema ew tedbîr jî neyên girtin ewlehiya kar, garantiya jiyanê ji holê radibe."
AKP KAPÎTALÎZMA HOV REWA DIKE
Koçgirî destnîşan kir ku AKP'ya ku aboriya talanker dimeşîne di qada siyasî de jî şert û mercên vê ava dike û di bin navê torbeyên qanûnê de bi pêşnûmeyên ku pêşkêşî meclîsê dikin pêşî li têkoşîna karkeran a li dijî vê digirin. Harûn Koçgiri wiha berdewam kir: “AKP rêxistinên sendîkayê sînor dike. Pêşiya sendîkaya zer vedike. Sendîkayên AKP bi kredî, derfet û piştgiriyên xwe li dijî sendîkayên şoreşger-demokrat bi hêz dibin. Mînak Memur-Sen a AKP’ê ye. Sendîkayek mezin e. Ji aliyê AKP’ê ve tê berfirehkirin. Di qada kedê de polîtîkaya taşerontiyê heye. Ev jî li pêşiya sendîkabûnê asteng e."
KÊMASIYÊN CIDÎ HENE
Koçgirî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Sendîka û tevgerên kedê yên heyî ji rêxistin û têkoşîna pêwîst dûr in. Di aliyê rêxistinbûna di bin sîwaneyekê de kêm dibînin. Dîsa ji bo ku ked çiye bê fêmkirin û nêzîkatiya serdestan a li dijî kedê bê deşîfrekirin, kêm dimîne. Niha dema ku sendîka tê gotin daxwazên demokratîk tên rojevê. Bêguman ev çarçoveya têkoşîna kedê teng dike. Ji ber ku têkoşîna kedê tenê bi daxwazên demokratîk û aboriyê ya sendîkayan ne sînor e. Ked xebata civakê dike û civaka bê ked nabe.
Serdest karkeran ji bo ku ji xwe re kar bibînin hêmana ‘pêwîstiyê’ ferz dikin û got: “Dibêjin ger ev kar tunebe tê birçî bimînî. Ji ber vê sedemê dibêje ji bo ku hewcedariya xwe pêk bînî, tu mûxtacî min î, tu divê min biparêzî. Yanî dibêjî ji bo ev mêtingerî pêk bê, divê çi ji destê te bê tu bikî. Dibêje ji ber ku tu jî di vê pergalê de xwe têr dikî û ev bi civakê daye qebûlkirin."
Koçgirî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kedkarên jiyana xwe bi keda xwe bi rê ve dibin divê ji nêzîkatiyên sextekar ên serdestan ku di bin navê olperestî û neteweperestiyê de desthilatdariya xwe saxlem dikin, xwe dûr bigirin.
DIVÊ KEDKAR ZÊDETIR XWE RÊXISTIN BIKIN
Koçgirî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her kesên ku jiyana xwe bi xebatê dimeşînin, karker, memûr, karkerên çandiniyê, karkerên tekstîlê, karkerên înşaetê divê li her qada ku dimînin teqez rêxistibûna xwe bikin. Ger rêxistinbûna xwe pêk neynîn wê mêtinger bibin û pêşî li zextan nikaribin bigirin.”