Ji Kiliçdaroglu ji bo Perwer: Hunermend cihê xwe li gel zaliman na gire

Ji Kiliçdaroglu ji bo Perwer: Hunermend cihê xwe li gel zaliman na gire

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu gera Şivan Perwer a Amedê rexne kir û wiha got: “Ez dixwazim ji Şivan Perwer bi pirsim. Tu çûye Amedê û derketî ser dîkê. Bêy ku hesaba komkujiya welatiyên Roboskî ne yê pirsîn tu bi çi rû pesnên Erdogan didî.” Kiliçdaroglu li ser gotina Erdogan a “Pirsgirêka Qamişlo Pirsgirêka mine” wiha bersivand: “Ew dîwarên ku li Nisêbînê tê lêkirin wê demê kî çêdike. Hemû qêrînên ku li wir tên qêrîn berpirsê wê tu yî, çewan tu vê nizanî.”

Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku di civîna komê a partiya xwe de axivî, 13. salvegera mirina hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî û wiha got: “Ew hunermend, şoreşger û mûzîkvan bû. Ti carî li rex zaliman cihê xwe ne girt. Li rex yên ku li rasta zûlmê hatîn radiwesta. Bibû strana bi hezaran kesên ku ketîn di girtîgehan de. Kesekî ku li dijî bêmafî û bê edaletiyê radiwesta bû. Tişta ku ew mezin jî dikir ev bû. Ne li rex zaliman li rex bê sûcan bû. Got ‘Ez şoreşgerim’ berjewendiyên gelan parast. Baş dizanî ku ji xwe bi desthilatdariyê dana qebûlkirin ti tiştek dernakeve.”

Kiliçdaroglu li ser gotinên Serokwezîr Erdogan yên li ser Ahmet Kaya wiha got: “Ger Ahmet Kaya bi jiya wê li ser Ethem Sarisuluk, Îsmaîl Korkmaz stran bi gotan. Tû Ahmet Kaya nas nakî. Te heya stranên wî jî gûhdar ne kirine. Tu weke ku ji hindirê te tê di axivî.” Kiliçdaroglu bi stranekî Ahmet Kaya ku got bersiva Erdogan da.

JI BO ŞIVAN PERWER BI BÎRXISTINA ROBOSKÎ

Kiliçdaroglu diyar kir ku Şivan Perwer hunermendekî giringe û wiha got: “Hunermendê ku herî baş Helepce aniye ser zimane. Li gel ku em Kurdî nezanîn jî lê dema ku wê stranê gûhdar dikîn hemû mûyê laşê me radibe. Ez dixwazim ji Perwer bi pirsim. Tu çûye Amedê û derketî ser dîkê, bêy ku hesaba Roboskî ji Erdogan bê pirsîn tu bi çi rûyê pesnên Erdogan didî. Tu hunermendî, hunermend li rex zaliman cihê xwe na girin. Weke Ahmet Kaya li pêşber radiweste. Ew cesareta Ahmet Kaya nîşa dayî tu jî nîşa bide.”

GER QAMIŞLO PIRSGIRÊKA TE YE WÊ DEMÊ KÎ DÎWARÊ LÊ DIKE?

Kiliçdaroglu li ser gotina Serokwezîr Erdogan a “pirgirêka Qamişlo pirsgirêka mine” rexne kir û wiha got: “Wê demê kî wî dîwarî çêdike. Hemû qêrînên êşên li wir tên qêrîn berpirs tu yî, çewan tu vê nizanî. Ger ku tu bêjî ‘xwîna ku li Şamê tê rijandin berpirsê wê ezim, hemû çek min şandin’ wê hîn rastir be.”

Kiliçdaroglu bal kişande ser ku li Tirkiyê yê girtîgahan tejî dike hikûmeta AKP’ê ye û wiha got: “Erdogan eve. Pêwiste hemû kes vêna bibîne û bizane. Daxwaza dayikekê ji a bi dehhezaran bi hêztire. Li Amedê şov tê kirin û ji bo Erdogan pesin tên rêzkirin. Stran tên gotin û di rewşa koro de digirîn. Ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz na girîn.”