Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Seydo li Brukselê jiyana xwe ji dest da
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Seydo li Brukselê jiyana xwe ji dest da
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Seydo li Brukselê jiyana xwe ji dest da
Muhammed Seydo (Zekeriya) ku 20 salên xwe di nava têkoşîna azadiyê de derbaz kir li paytexta Bruksel a Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. CDK’ê peyamek sersaxiyê weşand û diyar kir ku, dê bîranîna wî di têkoşîna xwe bidin jiyan kirin.
Seydo ku di sala 1993’an tevlî PKK’ê bû û ji 2005’an heta niha li Ewropayê dima, di 18’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.
CDK’ê ji bo Seydo peyamek weşand û ji malbat û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Peyama CDK’ê wiha ye:
Têkoşîna gelê Kurd û ewladên wan yên fedekar ku bê navber didome, hevalê me yê hêja û bi rumet Muhammed Seydo di têkoşîna azadiya Kurd de cihekî girîng digire jiyana xwe ji dest da. Em ji ber vê di nava xemgîniyeke mezin de ne.
Hevalê Seydo di 1968’an de li gundê Omera ya girêdayê Efrînê hatiye dinê. Di salên xwe yên cûda de tevlî têkoşîna azadiya Kurd bûye. Bi destpêkirina xebatên rêxistinkirina rojava ya tevger û rêber Apo re heval Zekeriya eleqeyeke mezin nîşanê têkoşînê daye û di 1993’an de bi awayekî profesyonel tevlî PKK’ê bûye.
Hevalê Zekeriya li gelek qadên Kurdistanê gerîlatî kiriye û çiyayê Kurdistanê gav bi gav geriyaye. Li Ermenîstan û Îranê jî faliyetê siyasî meşandiye. Di 2005’an de ji bo tedawiyê çûye Ewropayê. Di sala dawî de du emeliyetên dil yên giran derbaz kiriye. Di 18’ê nîsanê de saet di 13.00’an de li Brukselê jiyana xwe ji dest daye.
Hevalê Zekeriya ku şervanekî mezin bû, di seranserê jiyana xwe de di nava têkoşînê de sekneke bi biryar nîşan daye û di hemû xebatên xwe de berpirsyariya xwe aniye cih.
DÊ CENAZE BIŞÎNIN KURDISTANÊ
Em li ser navê CDK’ê ji hemû gelê Kurd, malbatawî û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya ku dê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin dubare dikin.