Ji însiyatîfa Gel a Mêrdînê banga serhildanê

Ji însiyatîfa Gel a Mêrdînê banga serhildanê

Însiytaîfa Gel a Mêrdînê  diyar kir ku êdî tehemula wan ji îşkenceya Îmraliyê nemaye û banga serhildanê li gelê Mêrdînê kir.
Însiyatîfa Gel  a Mêrdînê bi wesîleya salveger komploya 15’ê sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Ocalan ji bo gelê kurd îfadeya jiyaneke azade.  Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “em îro paşeroj, pêşeroj û îroyîna netewa demokrastîk a Kurdistanê ji Rêber Apo dibînin û sedema xwedîlêderketina bê hempa eve ku gelek û rêxistineke wekê xwe afirandiye. Yanî   rêxistin û gelekî ku bûye belayê serê hêzên mêtînger avakiriye. Ev civaka ku êdî bi qirkirinan hatiya aste gunekirinê,  niha bûye gelekî mîlîtan ku dikare ji hemû gelên cîhanê re pêşengiyê bike. 
Çareseriya pirsgirêka kurd ancax bi azadiya Ocalan mumkune û ger ku em niha behsa aştiyekê bikin bê şert û merc divê serokatiya me azad bibe.”
Di berdwamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê kurd roja 15’ê sibatê wekê roja qirkirina netewî dibîne û komplo îro jî 14’emîn salvegera xwe de didome. komkujiya Parîsê, qirkirina Roboskê û tecawîza li Pozantiyê. Ev jî nîşan dide ku qirkirina netewî gihiştiye asteke çawa xerab. Di dema desthilatdariya AKP-Gulen de qirkirina kurdan didome.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “di 15’ê sibatê de divê serhildana gel mezin bibe. êdî tehemula men emaye. Di serî de gelê mey ê Nisêbînê û  Qoser, Dêrik, Şemrex, Midyat, Kerboran û MêrdînÊ dakevin qadan û hesab bipirsin.”