Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga xwedî derketina li şehîdiya Bestayê

Ji Însiyatîfa Gel a Botanê banga xwedî derketina li şehîdiya Bestayê

Însiyatîfa Gel a Botanê danezanek weşand û diyar kir ku divê sibê hemû gelê Botanê tevli vekirina çêkirina şehîdiya  qada Bestayê bibe. Her wiha însiyatîfê destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd tevli boykota hefteyekê ya dibistanan jî bibe.

Daxuyaniya ku ji aliyê însiyatîfê hate dayîn de hat destnîşan kirin ku piştî bêsamimiyeta hikûmeta AKP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de hat dîtin, KCK’ê biryara rawestandina vekişînê daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ji ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj î di şert û mercên îşkenceyê yên Îmraliyê de dimîne tehemula gelê kurd ya li dijî vê nemaye û wiha pê de çû: “Ji bo ku azadiya Serokatiya me pêk were divê gelê me li her derê li ser piyan bin. Divê hedef û armanca hemû çalakiyên me ev be.

LI BESTAYÊ BO VEKIRINA ŞEHITLIXÊ BANG

Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de  banga tevlibûnê li hemû gelê Botanê kir ku tevli merasîma vekirina şehîdiya li Bestayê bibe û got divê gelê Mêrdîn û Sêrtê bi ruhê serhildanê tevli vekirînê bibe.

BANGA BOYKOTÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku divê hemû malbat û xwendekarên kurd di hefteya yekemîn de dibistanan boykot bikin û bi armanca balê bikişînin ser perwerdeya zimanê kurdî tevli çalakiyan bibin.