Ji ÎHD’ê rapora ‘Êşkenceyên li girtiyan'
Raporê diyar kir ku di meha Çile û Nîsanê de 504 girtî hatine sirgûnkirin; gelek girtî jî rastî êşkenceyê hatine. Raporê eşkere kir ku girtiyekî kal jî ji ber êşkeceyê parsûyekî wî şikestiye.
Raporê diyar kir ku di meha Çile û Nîsanê de 504 girtî hatine sirgûnkirin; gelek girtî jî rastî êşkenceyê hatine. Raporê eşkere kir ku girtiyekî kal jî ji ber êşkeceyê parsûyekî wî şikestiye.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), têkildarî îxlalên li girtigehan tê jiyîn daxuyaniyek nivîskî da.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) der barê binpêkirinên li girtîgehan de rapora ku amade kir de, ji raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî fîrarên li Girtîgeh Tîpa D a Amedê, wekî ku ji girtiyên Kurd tolê hilînin, li dijî girtiyan tecrîd xistine dewrê. Her wiha hat gotin ku di navebera 1'ê Çile û 24'ê Nîsanê de 504 girtî û hikumxwar hatine sirgûnkirin.
SIRGÛNIYÊN LI KURDISTANÊ ZÊDE NE
Di raporê de hat destnîşankirin ku her çendî neqlên di mewzûatê de hatibin diyarkirin jî mafên hikumxwaran tê binpêkirin, girtiyên Kurd ji girtîgehên Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê, sirgûnên girtîgehên Tirkyeyê yên wekî Bandirma, Gîresun, Rîze, Trabzon, Îzmir, Bayburt, Edîrne, Tekîrdag, Enqere û Kirikkale yê tên kirin.
'HIQÛQ TÊ BINPÊKIRIN'
ÎHD'ê di rapora xwe de diyar kir ku girtî bi cudahiyê, zilm, pêkûtî, pêkanînên dij mirovî re rû bi rû dimînin, li bajarên Kurdistanê di nava 4 salên dawî de ji hêla Wezareta Dadê ve girtîgehên Tîpên Kampus, Tîpên T, Tîpên D tên avakirin.
Di raporê de hat gotin ku sirgûnkirina girtî û hikumxwaran siyasî ye û gelek girtiyên ku tên sirgûnkirin, nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ev pêkanîn li dijî hiqûqa Neteweyên Yekbûyî (NY) hat dîtin.
'LI GIRTÎ Û MALBATAN ÊŞKENCE'
Di raporê de her wiha daneya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê ku ji bo hevgirtina malbate divê hewldaneke taybet bê nîşandin jî cih girt û wiha cih dan nêrînên Mehmet Avşîn: "Em bûyereke ku ji hezarî yekî pêk tê dijîn. Li ser îfadeya kesekî hevjîna min hat girtin. A niha bi du zarokên me re sirgûnê Gebzeyê hatiye kirin. Zarokek hê jî şîr dimije; ez neçar man ku zarokan bidim gel dayika wan. Zarok a niha travmayeke derûnî dijîn û ji vê rewşê gelekî ditirsin. wê di pêşerojê de gelekî pirsgirêkan bijîn. Dewlet dixwaze zarokê me ji me veqetîne û bişîne cihekî din û ev jî li dijî mafên zarokan e. Her çendî sûcê me tine be jî em bi malbatî tên darizandin."
'DI DEMA SIRGÛNÊ DE ÊŞKENCE'
Di raporê de hat eşkerekirin ku di dema sirgûnê de, girtî tên êşkencekirin, dîsa li girtîgehan tên tazîkirin, kesên li hemberî vê pêkanînê derkevin bi lêdanê re rû bi rû dimînin û wiha hat gotin: "Girtiyê bi navê Davut Adar (75) ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Osmaniyeyê hat kirin, êşkence lê hat kirin û 3 parsûyên wî hatiye şikandin."