Ji hunermendan nerazîbûn: Altin Portakal sûcekî dîrokê kir

Ji hunermendan nerazîbûn: Altin Portakal sûcekî dîrokê kir

Hunermendan nerazîbûn nîşanî skandala sansûrê ya Altin Portakal dan, gotin: "Biryara rêveberiyê nîşaneya zîhniyeta tirsê ye.” Hunermandan diyar kirin ku Tirkiyeya nû rojên buhrî bi bîr dixe û pêvajoya hilberîna hunerî dixe nav zehmetiyan.

Li Tirkiyeyê li hember azadiya ramanê zext dewam dikin. Polîtîkayên zextê yên li hember medyayê bandora xwe li xebatên hunerî jî dike. Di festîvala Fîlm a Altin Portakal de belgesela “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” tevî di nav bernameyê de hebû jî bi hinceta dijberî Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) xalên 125. û 299. ji lîsteyê hat derxstin. Belgesel, berxwedana 'Gezî' dike mijar.

Derhêner û lîstikvan Orhan Alkaya, Ayşenîl Şamlioglu, Haldun Açiksozlu û Belgeselçêker Melek Ulagay Taylan gengeşeya di Altin Portakal de ji ANF’ê re nirxandin...

Orhan Alkaya: "Rêveberiya festîvalê ji ber li ser krîterên hiqûqî nêzî namzetên beşdar bûye sûc kiriye. Sûcekî giran ê rêveberiya Altin Portakal e. Bi taybet em vê di mînakên çapemeniyê û ragihandina xwe di bin zextê de hîs dike dibînin. Vê tesîra xwe li hunerê jî kiriye…

Biryara rêveberiyê nîşaneya zîhniyeta tirsê ye. Ji ber ku li Tirkiye rêveberiyeke faşîzan otokratîk mijara gotinê ye. Divê rêveberiya festîvalê dest ji vê biryarê berde.”

Haldun Açiksozlu: "Dema em li sedemê dinêrin li holê sansûr nîne. Parastina kesê desthilatdar heye.

Ji aliyekî ve sansûr pir zêde heye. Bi cendereya aboriyê tê jiyandin… Kesên pereyên wan hene bila temaşe bikin. Lê kesên xizan û xizan hatine hiştin aîdî wan in. Yanî sînema, belgesel, şano û muzîka gelê xizan ew çêdikin. Kesekî din nikare çêbike. Xizanî û feqirî ji bo wan depoya dengan e.

Melek Ulagay Taylan: "Ji ber ku min fîlm nedîtiye têde heqaret, an jî êrîşeke yekser a li hember însan an jî komeke siyasî heye ez nizanim...  Lê belê wek prensîb sansûr timî huner asteng dike.

Ayşenîl Şamlioglu: "Di pêşbirkeke wek Altin Portakal  de em ê destûr nedin sansûrê.  Nikare bêerêkirin. Ne tenê di festîvalên fîlman de; di demên dawî de li her qada jiyanê em rastî sansûrê tên. Pêwîst e rewşenbîr û hunermend bêjin, ‘raweste’."