Ji HPK-HDP’ê bangawaziya ji bo hikûmetê ‘dawî bide du rûtiyê’
Ji HPK-HDP’ê bangawaziya ji bo hikûmetê ‘dawî bide du rûtiyê’
Ji HPK-HDP’ê bangawaziya ji bo hikûmetê ‘dawî bide du rûtiyê’
Bi boneya meha Muharremê meclîsa Navçeya Şişlî HDK û Rêxistina Navçeya Şişlî HDP ku di derketina Pangaltı Metro de ku li gel Aşure belav dikir vexwandina wana bi îdiaya “propagandaya terorê” a dozgeriyê protesto kirin. Çalekvanên ku daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a “emê girtîgehan vala bikîn” bi bîrxistin, nerazîbûna li hemberî operasyon û girtinên ku ji aliyê dinve têne meşandin nîşan dan û bangewaziya “kêliyek ji a din zûtir dawî bidin vê du rûtiyê” kirin.
Di çalekiya protestoyê de pankartên “em di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk dixwazîn, hikûmet gav bavêje” hatin vekirin. Çalekiya ku li ser hev dirûşmên weke “tûndî me paşda na xwe”, “her bijî wekheviya gelan”, “Gelê Rojava bi tenê nîne” daxuyaniya hevpar li ser navê HDK’ê û HDP’ê Delegeya Bajarê Stenbolê a HDP’ê Ozlem Cebe xwend.
Cebe ku diyar kir hikûmeta AKP’ê di ne rastiya xwe ya di pêvajoya çareseriyê de û di du rûtiya xwe de her rojê tiştek din lê zêde dike û bi bîr xist ku wê sibê Heverokê Navçeyê Şişlî a BDP’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê kirinê” bê vexwedina dozgeriyê.
Cebe ku nerazîbûna li hemberî kiryarên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan yên ku di aliyekî de dibêje “em dê girtîgehan vale bikîn” û li aliyê din jî operasyon û girtinan bi bêdengî di meşîne nîşan da û diyar kir ku hikûmet dixwaze bi paketên nava wan vala tenê gel bi xwapîne.
Cebe ku diyar kir “ger bê xwastin pêvajoya Mûzakereyan pê pêşxistin pêwiste destpê kê bingehekî zagonî bê avakirin” û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê tenê li şûna pêşxistina mûzakereyan weke xwe dike û kevneşopiya dewletê ya înkarkirinê berdewam dike.”
Cebelî ku bal kişande ser di pêvajoya mûzakereyan de vexwedina siyasetmedaran bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” nayê pejirandin û diyar kir ku bi gotinên “rêxistina terorê” pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Cebe xwest ku gavek ji a din zûtir dawî bê dayina vê du rûtiyê.
Cebel ku bal kişande ser pirsgirêka kurd wê bi tiştên weke dawet, di nava gel de çêkirina dûwar, danîna sînor û raxistina têlan neyê çareserkirin û wiha bangî Serokwezîr Erdogan kir: “ Ji bo çareseriyê hun di rewşa cidî girtina daxwazên gelê Kurd û hemû çînên ku têne çewsandin dene. Gelên Anadolû û Mezopotamya aştî, wekhevî û edaletê dixwazin. Hun neçarin ku gûh bidin vî dengê ku ji Gazî heya Rojava bilind dibe. Operasyonên ku bi bêdengî tên meşandin bila bi dawî bibin, girtiyên di girtîgehan de bila werin berdan û lêpirsîn bila bi dawî bibin.”