Ji HPG'ê daxuyaniya li ser şerê rojên dawî
HPG'ê da xuyakirin, ku li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê şer qewimiye.
HPG'ê da xuyakirin, ku li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê şer qewimiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 2'ê Kanûnê saet di 06:30 de, hêzên gerîla li dijî leşkerên li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke berfireh pêk anîn û wê agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê piştre bi raya giştî re parve bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "29'ê Mijdarê, artêşa TC li qada Omerya ya Mêrdînê derket operasyonê. Operasyon ji aliyê bi hezaran leşkerî ve hate meşandin. Di navbera hêza operasyonê û komek gerîlayên me de şer derket. Di vî şerî de 5 gerîlayên me bi berxwedaneke mezin şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne, kengî zelal bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"28'ê Mijdarê artêşa TC li mintiqeya Girê Hirmo yê li herêma Cûdî ya şirnexê dest bi operasyonekê kir. Heman rojê saet di 11:00 de di navbera hêzên me û artêşa TC de şerekî dijwar qewimî. Artêşa TC bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa Kobra li vê qada şer xist. Di vî şerî de 7 hevalên me şehîd bûne. Operasyona roja 29'ê Mijdarê saet di 03:30 de qediya. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bên eşkerekirin."