Ji Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên Girtin çalakî

Ji Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên Girtin çalakî

Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên Girtin li Enqereyê ji bo girtîgehên zarokan bên girtin û zarokên girtî bên berdan çalakiyek li dar xist.

Endamên hewldanê yên li ser Caddeya Yuksel hatin gel hev heta Navenda Hunerên Hemdem a Şaredariya Çankaya bi dirûşmayan meşiyan.

Endamên Hewldanê muzeya şermê ya 12’ê Îlonê ya li navendên Hunerên Hemdem geriyan û paşê filmê “Çocuklar nazîktîr-Zarok nazik in” yê Fatîh Kanat ku der barê zarokên girtî de hatibû kişandin hat temaşekirin.

Derhênerê film Kanat piştî film di axaftina xwe ya kurt de got ku ew film ji çîrokeke rastî çêbûye û zarokan li girtîgehên zarokan rastî pêkanînên biêş tên.

Piştî film forumeke ku moderatoriya wê Îpek Demîrok a ji Ji bo Piştevaniya Civakî Komeleya Psîkologan (TODAP) û ji Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfazê ya Ceza Zafer Kiraç dikir hat lidarxistin. Kiraç di axaftina xwe de got ku li Tirkiyeyê nêzî 2 hezar zarok di girtîgehan de ne û xwest zarok tavilê bên berdan.

Piştî Kiraç kesên beşdarî formê bûn nêrînên xwe anîn ziman.