Ji gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo YPG'ê alîkarî
Ji gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo YPG'ê alîkarî
Ji gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo YPG'ê alîkarî
Li taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd welatiyên sivîl alîkariyê didin Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ku pevçûnên dijwar di navbera YPG'ê, hêzên rejîma Bass û alîgirên rejîmê de rûdabûn. Welatiyan li Taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd tevî hemû zehmetiyan jî, alîkarî ji şervanên YPG'ê re berhev kirin û radestî YPG'ê kirin. Di derbarê belav kirina alîkariyê ya ji bo YPG'ê, jina bi navê Henîfe Reşo da zanîn ku, ew xwarinê amede dikin û ji şervanên YPG'ê re dişînin. Reşo diyar kir ku, şêniyên taxê ji hemû pêkhatiyan alîkariyê didin şervanên YPG'ê yên ku li ser riyên Taxê bi erkê parastinê radibin. Reşo balkişand ser alîkarî û xwarina ku tê amade kirin, jinên ciwan vê alîkariyê digehînin şervanên YPG'ê yên li ser noqteyên kontrolê.
Şervanên YPG'ê jî dan zanîn, ew bi dilsoziya welatiyan pir keyfxweş dibin û ewê heya deqîqeya dawî ya jiyana xwe parastina gelê xwe bikin.