Pirsa birayê xwe ji gardiyanan kir, cezayê hevdîtinê lê hate birîn

Mûstafa Demîrbaş ê birayê Ferhad Demîrbaş ê li Girtîgeha T ya Îskenderûnê îşkence lê hatibû kirin, ji ber ku pirsa birayê xwe ji gardiyanan kir, bi îdiaya “pergal û ewlehiya saziyê xera kiriye“ 3 meh cezayê hevdîtinê lê hate birîn.

Ji ber di 31’ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderûnê dema lêgerîna di qawîşê de laçika bi morîkên kesk, sor û spî hatibû xemilandin hate dîtin di der barê Ferhat Demîrbaş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîna dîsîplînê hate vekirin û di 2’yê Hezîranê de sewqê Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate kirin. Demîrbaş dema sewqkirinê de li her du girtîgehan jî ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin. Demîrbaş ê di 7’ê Hezîranê de bi malbata xwe re hevdîtin kir, şopa îşkenceyê nîşanî wan da. Di vê navberê de Mûstafa Demîrbaş têkildarê şopên êşkenceyê pirsa “şopên êşkenceyê bi girtekan hatiye girtin an na” kir. Rêveberiya girtîgehê jî ji ber vê yekê lêpirsîneke dîsîplînê ya duyemîn hate vekirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta “pergal û ewlehiya saziyê xera kiriye” 3 mehan cezayê hevdîtinê lê Mûstafa Demîrbaş birî. Biryar berî ku teblîxê Demîrbaş were kirin, xistin meriyetê. Demîrbaş îtîrazê biryarê kir û di der barê berpirsyaran de serlêdana sûc kir.

MAFÊ WAN Ê HEVDÎTINÊ HATE ASTENGKIRIN

Demîrbaş diyar kir ku di 7’ê Hezîrana 2022’yan de bi birayê xwe re hevdîtina vekirî kiriye, birayê wî şopa êşkenceyê nîşanî wî dane û bi lêv kir ku di hevdîtinê de ji gardiyanan pirsa têkildarê şopên êşkenceyê girtek hatiye girtin kiriye. Demîrbaş anî ziman ku di dema hevdîtinê de gardiyanê li nava derî disekinî û îşkence li kekê wî kirî jê re wiha gotiye: “Xêr e Mûstafa, tu gefan li min dixwî? Bisekine em ê agahiyan bidin te”. Bi pişt re ji cihê hevdîtinê veqetiya ye û piştî 5 deqîqeyan bi gelek gardiyanan re hatiye cihê hevdîtinê.

Demîrbaş da zanîn ku yek ji gardiyanan jê re gotiye: “Tu çawa gefan li karmend dixwî” û wî jî gotiye gef li kesê nexwarine. Mûstafa Demîrbaş tiştên qewimîn wiha anîn ziman: “Wî gardiyanî ji min re got ‘Kesê ku tu serî lê bidî ne em in, meqamên qanûnî ne. Heke tu difikirî ku îşkence ye tu yê biçî serî li meqamên qanûnî bidî. Ferhat hevdîtin xelas’ û ketin bin çengê kekê min û hewil dan bibin. Min jî ji wan re got mafê we nîn e ku hûn mafê me yê hevdîtina vekirî asteng bikin û xesp bikin. Gelek gardiyanan ez dorpêç kirim û hewil dan min û birayê min ji cihê hevdîtinê derxînin. Piştî gengeşiyê min û malbata min bi darê zorê ji cihê hevdîtinê derxistin. Yek ji gardiyanan jî ji min re got ‘êdî tu bi zehmet bikevî vê girtîgehê’. Heta yekî din jî got ‘em vî radestî cendermeyan bikin’. Mafê me yê herî xwezayî mafê me yê hevdîtinê hate astengkirin. Me beriya niha têkildarî êşkenceyê serlêdana sûc kir. Di 14’ê Hezîranê de ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Ji min re gotin qedexeya te ya hevdîtinê heye. Berî ku biryarê ji min re teblîx bikin, ceza sepandin. Ez ê têkildarî vê mijarê gilî bikim.”