Ji ferhenga Kurdî-Elmanî jî tirsiyan..

Polîsên Elman dema ku bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtin dest li ser bihezaran pirtûk, CD û arşîva stranandanîn. Dinav wan pirtûkan de ku dest li ser danîne ferhenga Kurdî-Elmanî, pirtûkên perwerdehiya zarokan jî hebû.

Weşanxaneya Mezopotamyayê piştî salên 2000’î, Mîr Multîmedîa jî 2001’an hatibû avakirin. Ev du sazî jî bi salan e ku xizmetê ji çand û muzîka Kurdan re dikin. Heta niha bihezaran xebatên çandî, hunerî û wêjeyî li pey xwe hiştine û xizmeta dane Kurdên li derveyî welat. Bi taybetî piştî qeyûmên ku AKP’ê anî ser saziyên çandî yên Kurdan berpisyariya van saziyan zêdetir bû.

Bi çarçoweya lêpirsînê ya ku Wezîrê KarêHundir ê Elman Thomas Maîzîe re dayî destpêkirin gavên ne kêmî yên polîsên AKP’ê derketin holê û Pênşemê, saet 05.00’an bi ser van du saziyan de girtin. Ev 3 roj in ku van du saziyan seh dikin û heta niha dest li ser gelek pirtûkan jî danîne ku di nav wan de pirtûkên bi navê, ‘Kurd çi dixwazin?’’, ‘Lehrbûch der Kurdîchensprache’, ‘Çocuk Eğtimi’ û pirtûkên Tolstoy, Vîctor Hugo, Dostoyevskî, Golojîhene.

XEBATÊN WEŞANXANEYA MEZOPOTAMYAYÊ

Di nav van pirtan de pirtûkên weke ‘Kurd çi dixwazin’’, ‘’Lehrbûch der Kurdîchensprache’, ‘Bariş Umudu’, ‘’2005-2015 Türkiye-PKK Görüşmeleri’’ û hwd. Hebûn.

Weşanxane ji bilî berhemên xwe pirtûkênli ser Kurdolojiyê, klasîkên dinyayê, dîn-mîtolojî, lêkolîn, dîrok, felsefe, perwerdehiya zarokan jî digire, ku bi giştî 828 pirtûkên wê hebûn. Di nav van pirtûkan de pirtûkên Tolstoy, Hugo, Dostoyevskî, Gogol, Zweîg, Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan, Mehmet Uzun, Yaşar Kemal, Selahattîn Demîrtaş û hwd. Jî hebûn.

Ji bilî van her wiha pirtûkên li ser perwerdehiya zarokan, ferhenga Kurdî-Tirkî jî hebûn. Weşanxaneya Mezopotamayê her sal li Fuarra Pirtûkan a Frankûrttê stand vedikir û li ser ziman û wêjeya Kurd seminer û panêl dida.

DI BIN BANÊ MULTÎMEDÎAYÊ DE BI SEDAN HUNERMENDÊN KURD HENE

Mîr Multîmedia jî 2001’ê li Elmanya hatiye avakirin û yek ji wansaziyên serekeyên muzîka Kurdî ye. Ji roja ku hatî avakirin heta niha nêzî  500 CD derxistiye û di bin banêwê de bi sedan stranbêj hene. Saziyê albûmên stranbêjên Koma Berxwedan, Nasir Rezazî, NecmedînXulamî, Chopî, Hanî, CiwanHaco, Hesen Şerîf, Mîkaîl Aslan û bi  sedan hunermendên dî derxistiye û her wiha bi sedan konser jî organize kiriye. Dest li ser hemû album, arşiv, malzemeyên çandîyên Multîmedîayê hatiye danîn û her wihali ser têkberên stûdyoyêjî.

DEST LI SER ARŞÎVA 500 HEZAR STRANÎ DANÎN

Yek ji hunermendê Mîr Multîmedîayê Hozan Cevanê Merwanî li dijîvê rewşê helwest nîşan a û got ev zilm e. Merwanî got ew tenê xizmetê ji Kurdî re dikin û got: ‘’Di nav wan malzemeyan de ku dest li ser hatiyedanîn 4500 kasêt, arşîva 500 hezar stranî heye. Li wir arşîva me ya 35 salan birin. Ev qirkirina çandê ye. Elmanya ev kiriye. Destdaîna li ser CD’yan nişana vê ye. Ev  neqirkirin be çiye, em navê vê lê bikin. Ev zilim e.’’