Ji esmanan kevir ketin Rûsyayê: Zêdetirî 400 kesan birîndar bûn

Ji esmanan kevir ketin Rûsyayê: Zêdetirî 400 kesan birîndar bûn

Hate ragihandin ku, ji ber sedema li herêma Ural ya Rûsyayê kevir ji esmanan ketin xwar, 3 jê giran zêdetirî 400 kesan birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya  Wezareta Karê Hundir, kevirên ji esmanan ketine zirar dane şeş bajarên herêma Uralê. Berdevkê wezaretê da diyarkirin ku, zêdetirî 400 kesan birîndar bûne, ji vana herî kêm rewşa sê kesan girane. Hate diyarkirin ku, Herêmên Chelyabînsk, Tyumen û Sverdlovsk li gel Komara Bashkira û bakûrê Kazakîstanê ne.

Dîmenên ku ji aliyê welatiyan ve hatine girtin û xistine înternetê tê dîtin ku, kevirên ji esmanan dikevin nizim tên beriya kevin hatine kêşan. Kevirên esmanan ketin bû sedema fikaran. Hate ragihandin ku, ev bûyer li Kazakîstanê jî hate dîtin.