Ji Erdogan şîroveya komkujiyê: Polîs-leşkerên me hê bi biryar in

Serokkomar Tayyip Erdogan ku maseya çareseriyê qulipand, ji kuştinên welatiyên sivîl têr nebû û waliyên bajarên Kurdistanê rexne kir.

Serokkomar Tayyip Erdogan ku maseya çareseriyê qulipand, ji kuştinên welatiyên sivîl têr nebû û waliyên bajarên Kurdistanê rexne kir. Erdogan ji waliyên herêmê xwest erka xwe bêhtir bikar bînin û pakêta ewlehiya hundirîn ku erka kuştinê dide polîsan têxe meriyetê.

Serokkomar Recep Tayip Erdogan, berî ku biçe Japonyayê pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, ku her dem bi daxuyaniyên dij-demokratîk, kuştin, înkar û îmhayê tê rojevê dîsa ferman da waliyan ku erk û peyvira xwe ya kuştina welatiyan bikar bînin. Erdogan waliyên herêma Kurdistanê rexne kir û xwest erka xwe bêhtir bikar bînin û li gorî erka Ewlehiya Hundirîn a ku erka kuştinê dide polîsan tevbigere. Erdogan ku got "Mase tine" û pêvajoya çareseriyê û diyalogê bi dawî kir, hilbijartina 7'ê Hezîranê betal kir û şerê taybet li ser gelê Kurd da destpêkirin. Erdogan dîsa bi gotinên xwe yên polîs, tîmên taybet, qeymeqam û waliyan li gel sor dike derket pêş. Erdogan HDP tawanbar kir û diyar kir ku HDP li gorî pêvajoya çareseriyê tevnagere. Erdogan piştî pêvajoya şerê taybet ku li Kurdistanê tê meşandin kuştina 45 welatiyên sivîl têr nedît û xwest walî peywira xwe baştir bikar bînin. Erdogan ji Waliyên herêmê xwest ku erka xwe ya Pakêta Ewlehiya Hundirîn baştir bikar bînin û şertên vê zagona ku erka polîsan zêde dike û destûrê dide ku polîs welatiyan bikuje têxe meriyetê û wiha got: "Ez dibînim ku walî, qeymeqam, polîs û leşkerên me bêhtir bi biryar in. Divê hîs bike ku dewlet li pişt wî ye. Darbeya mezin li rêxistinê xistin. Nêzî 2 hezar terorîst hatin kuştin."

Erdogan, da zanîn ku ji bo PYD wektî "Rêxistina Terorê bê îlankirin" ketine nava hewldanên dîplomasiyê û ev mijar bi welatên Ewropayêre parve kirine.