Ji Elmanyayê zexta 'kesî ji deryayê rizgar nekin'
Wezareta Karên Hundir a Elman nameyek ji saziyên sivîl re şand ên ku li Derya Spî penaberan rizgar dikin û bi hinceta vîrûsa koronayê xwest ku kesî rizgar nekin.
Wezareta Karên Hundir a Elman nameyek ji saziyên sivîl re şand ên ku li Derya Spî penaberan rizgar dikin û bi hinceta vîrûsa koronayê xwest ku kesî rizgar nekin.
Zarokê bi navê Alan Kurdî yê ji Rojavayê Kurdistanê, ku Îlona 2014'an dema ku bi malbata xwe berê xwe da Ewropayê li peravên Bodrûmê xeniqî, bû sembola zarokên penaber. Saziya alîkariyê ya Elman a bi navê Sea-Eye jî navê keştiya xwe ya rizgarkirinê ya li Derya Spî guhert û kir 'Alan Kurdî'. Di nava salekê de li gel zextên hikumeta Îtalyayê jî gelek penaber rizgar kir.
Keştiya 'Alan Kurdî' li gel şewba vîrûsa koronayê ku li Ewropayê bû sedema mirina bi hezaran kesî, wezîfeya xwe ya li Derya Spî dewam kir. Herî dawî roja Duşemê 150 penaberên li peravên Lîbyayê asê man rizgar kir. Yekîneyên ewlekariya peravê ya Îtalyayê bersiv neda daxwaza alîkariyê ya li kesên di keştiyê de.
Eşkere bû ku Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Lûcîana Lamorgese ji bo keştî karê xwe bisekinîne di 31'ê Adarê de bi hempîşeyê xwe yê Elman Horst Seehofer re axivî. Lamorgese diyar kir ku welatê wî ji ber şewba vîrûsa koronayê di nava pirsgirêkên giran ên tenduristiyê de ye, lewma xwest ku saziyên civaka sivîl karê xwe yê li Derya Spî rawestîne.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Hundir a Elman jî ji rêxistina civakî ya sivîl li ser daxwaza Îtalyayê xwest ku penaberên li Derya Spî rizgar neke. Tevî Sea-Eye ku xwediyê keştiya 'Alan Kurdî' ye, ji Lîfelîne, Sea-Watch û Doktorên Sînornenas ên projeya 'SOS Medîterranee' dimeşîne, nameyek hate şandin. Name gihîşt rojnameya 'Neues Deutschland'.
DAXWAZ JI ÎTALYA Û MALTAYÊ HATIBÛ KIRIN
Di nameyê de ku mohra rayedarê ji Beşa Koçberan a Wezareta Karên Hundir Ûlrîch Weînbrenner li binî ye, hate bibîrxistin ku hikumetên Îtalya û Maltayê xwestine ku ji Derya Spî kes neyê rizgarkirin û hate gotin, "Em ji we dixwazin ku tavilê li gorî vê daxwazê tevbigerin."
Rêxistinên civakî yên sivîl û Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt li dijî vê helwesta hikumeta Elman rabûn. Rêveberê damezrîner ê Sea-Eye Gorden Îsler got, "Ji bo mirov li deryayê nexeniqin me ev sazî ava kir, em ê vî karê xwe bidomînin."