Ji Elewiyan mîtînga ‘Em komkujiyê jibîr nakin, nadin jibîrkirin’
Ji Elewiyan mîtînga ‘Em komkujiyê jibîr nakin, nadin jibîrkirin’
Ji Elewiyan mîtînga ‘Em komkujiyê jibîr nakin, nadin jibîrkirin’
Di 20’emîn salveger Komkujiya Sêwasê de Elewî li qadane. Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, di 23’ê hezîranê de li Stenbolê mîtîngekê pêk tîne. Rêxistinên Elewiyan ên Tirkiyeyê peyama ‘me komkujiya Otela Madimakê ya 33 kes tê de hatin qetilkirin ji bîr nekiriye’ da.
Li Kadikoya Stenbolê bi dirûşmeya ‘Me ji bîr nekiriye, em nadin jibîrkirin’ mîtîng pêk tê û dê bertekên li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyona AKP’ê bên ziman.
Sendîkayên DÎSK,KESK, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek nivîskar û rewşenbîr dê tevli bibin.
Di mîtînga ku amadekariyên wê didomin de li hemberî helwesta hikûmeta AKP’ê û li Pira Sêyemîn navê kujerê padîşahê Osmaniyan Yavuz Sultan Selîm danîn jî bertek bê nîşandan.
Li ser navÊ Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Em komkujiya Madîmakê nadin jibîrkirin. Em desturê nakdin ku navê kujeran li pirê bê dayîn. Em elewiyên li dijî komkujiya baweri, çand û xwezayê de dê dengê xwe bilind bikin.
Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal Kemal Bulbul jî bang li hemû kesî kir ku li dijî polîtîkayên şîdetê dengê xwe bilind bikin.
Ji bo mîtîngê di 23’ê hezîranê roja yekşemê saet di 15.00’an şûnde li ber nexweşxaneya Numune û Sogutluçeşme berhev bin û berbi qada Kadikoy bimeşin.
Mîtîng dê saet di 16’an de dest pê bike.