Ji ELDH û MAF-DAD'ê kampanya îmzeyan a navneteweyî

Yekîtiya Parêzerên Ewropayê ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DA), li dijî qirkirina siyasî a li Kurdistanê, li qada navneteweyî dest bi kampanyayê kirin.

Kampanya îmzeyan ji aliyê ELHD û MAF-DAD'ê ve hate destpêkirin û wê hiqûqnas tevlî bibin. Di metna kampanyayê de li ser avabûna dîktatoriyeke faşîst li Tirkiyeyê hişyarî tê dayîn û tê destnîşankirin ku hewldanên tesfiyekirina mûxalefeta siyasî demokratîk, nîşaneya vê dîktatoriya faşîst e.

Di metna kampanyayê de işaret bi hişyariyên gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tê kirin û girtina parlamenter û hevşaredarên HDP û DBP'yî tên bibîrxistin.

Di metna kampanyayê de tê gotin, êrîşên li dijî HDP û hemû mûxalîfên siyasî tên wateya binpêkirina destûra bingehîn a Tirkiyeyê û binpêkirina peymanên Ewropayê û navneteweyî. Bang li dewlet û saziyên civaka sivîl ên yekîtiya Ewropayê tê kirin, ku helwesteke zelal nîşan bidin. Her wiha tê xwestin, bi lezgînî danekirin li ser Tirkiyeyê werin ferzkirin.

Wekî din tê xwestin, êrîşên li dijî gelê Kurd û pîvanên demokratîk ji holê werin rakirin, mafê siyasetê ji HDP'ê re bê dayîn û hurmet ji pîvanên dewleta hiqûqê ya demokratîk û mafên mirovan re were nîşandan. Di metna kampanyayê de tê xwestin, azadiya çapemenî û ramanê bê ewlekirin, saziyên medyayê yên hatine girtin ji nû ve werin vekirin û dadgeriyeke serbixwe bê avakirin.