Ji doza KCK’ê ya Rezan tenê kesek hat berdan
Ji doza KCK’ê ya Rezan tenê kesek hat berdan
Ji doza KCK’ê ya Rezan tenê kesek hat berdan
Ji doza ‘Qirkirina Siyasî’ ku wekî doza ‘KCK’ê ya Rezan tê zanîn ji 32 kesan tenê kesek serbest hat berdan. Rûniştina dozê taloqî 2'ê Cotmehê hat kirin.
8'emîn rûniştina doza Qirkirina Siyasî ku weki doza KCK'ê ya Navçeya Rezan a Amedê tê zanîn û 32 jê girtî 95 girtiyên siyasî tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Lê ji ber ku li salonê cih tune bû rûniştina dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinêde 30 jê girtî 71 siyasetmedarên kurd amade bûn. Parêzer û werger di rûniştinê de amade bûn. Siyasetmedaran dîsa parastin bi kurdî kir. Parêzeran ji parastin kirin û xwestin hemû muwekîlê wan serbest bên berdan.
Prz Selvi Tunç, anî ziman ku di navbera siyasetmedarên girtî û serbest tên darizandin de tu cudahî tune û wiha got: "Niha li derve muwekilê min ên serbest û wekî "Endamên rêxistinê" tên darizandin hene. Lê heta niha bi tu deran de nereviyane. Muwekilê min dema bi kurdî axivîne hatine guhdarkirin û guhdariya wan wekî suc hatiye dîtn. Lê axaftina wan şaş hatiye wergerkirin û axaftna wan divê ji nûve ji aliyê kesên zana ve bê nivîsandin. Prz. Meral Daniş Beştaş jî parastin kir û diyar kir ku guhdariya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Rezan nêzî 9-10mehan berdewam kiriye û ev ne li gorî zagon û hiqûqê ye. Beşdaş, destnîşan kir ku îdîaname ji parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê û heta niha li Tirkiyeyê her kesî parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwendine. Serokwezîr, Serokomar û li Tirkiyeyê her kesî parastina Ocalan xwendiye divê weki sûc neyê dîtn. Ji bo ku biryara veto şermezar kirine ev yek wekî sûc hatiye dîtin.
Prz. Mehmet Emin Aktar jî anî ziman ku muwekilê wî Emek Yazbaşi endamê meclisa şaredariya Rezan e û wiha got:" Xebatên muwekilê min xebatên legal in. Ji ber ku jinek kurd e û siyasetmedar e li vir e. Ez parêzer im, Hûn dikarin ji min re bêjin tu çima diçe avahiya edliyeyê? Niha Emek Yazbaşi ji ber ku ketiya avahiya BDP'ê ya Rezan tê darizandin. Ji ber ku muwekila min tev li çalakiyên şermezarkirina destdirêjiya polîs û leşkeran bûne wekî sûc hatiye ditin. Di rojen dawî de em hemû temaşe dikin. Em hemû li dijî vê destdirêjiyê daxuyanî didin. Çawa dibe ku ev yek dibe sûc. Prz. Serhat Karaşin jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyek nû daye destpêkirin û di vê pêvajoya nû de çawa dibe ku kesek 60 salî tê girtin.
Piştî parastinan heyetê der barê Ayşe Irmak de biryara berdanê da û der barê 31 kesan de jî berdewama girtinê da û doz taloqî 2'ê Cotmeha 2013'an kir.