DMME'yê li ser Cizîrê biryareke sosret da

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkilî hovîtiya giran a li jêrzemînên Cizîrê ku sûcên giran ên şer lê çêbûbûn, serlêdana ji bo Orhan  Tûnç qebûl nekir.

DMME'yê li ser qetilkirina 137 kesan ku salên 2015-2016'an li jêrzemînên navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hat, biryara xwe da.

Di serlêdanê de ku parêzer Ramazan Demîr nûnertî dikir, biryara 'nikare were qebûlkirin' hate standin.

Serlêdana navborî beriya niha ji hêla Mehmet Tûnç ve, ji bo birayê wî Orhan Tûnç hatibû kirin. Piştî ku Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç Sibata 2016'an hatin qetilkirin, serlêdan hatibû nûkirin.

Bi serlêdanên bavê Tûnç Ahmet Tûnç û serlêdanên Guler Yerbasan û Zeynep Tûnç daxwaza dozê hate domandin.

Li Cizîrê dema ku qedexeya derketina derve ya 79 rojî dom dikir, ku 14'ê Kanûna 2015'an hatibû ragihandin, 7'ê Sibata 2016'an 137 kesên ku di sê jêrzemînan de asê mabûn hatibûn qetilkirin. Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî li ser hovîtiya li vir got, ''rewşeke mîna qiyametê'' ye. Gelek rêxistinên mafê mirovan gotibûn ev êrîşên ku mirovên sivîl kirin hedefa xwe sûcê şer e.

Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê bir biryarekê diyar kiribû qedexeya derketina derve bandor li 1,6 milyon kesî kiriye û 355 hezar koçber bûne.

Di biryara DMME'yê de hate destnîşankirin di rewşa berdest de têkilî binpêkirina mafê mirovan a dema qedexeya derketina derve 36 doz hene.

Serlêdaran ew hêl derxistin pêş ku têkilî Orhan Tûnç xala 2'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkilî parastina mafê jiyanê û têkilî mirinê ti lêpirsîneke serbixwe nehatiye kirin. Serlêdaran diyar kirin ji vî alî ve bi sedema ku lêpirsîneke karîger nehatiye kirin, xala 13'an hatiye binpêkirin. Her wiha hate gotin ji ber sedema êşkence û kirinên dermirovî xala 3'yan, têkilî jiyana taybet  xala 8'an, têkilî parastina yekeretiya fizîkî û xalên têkilî serlêdana takekesî hatin binpêkirin. Di serlêdanê de her wiha hate gotin qedexeya derketina derve jî binpêkirina xalên peymanê ne.

Dadgehê di biryara xwe de got  hê rêyên hiqûqa navxwe neqediyane, rêya serlêdana şexsî ya Dadgeha Destûrê vekiriye. Dadgehê di encamê de bi yek dengî biryar da ku serlêdan neyê qebûlkirin.