Ji Demîrtaş û Yuksekdag ji bo Fîdel Castro peyam
HDP, bi boneya mirina Fîdel Castro, ji bo sersaxiyê çûn ziyareta Sefaretxaneya Kubayê. Di ziyaretê de peyamên Demîrtaş û Yuksekdag ên ji bo Castro şandine pêşkêş kirin.
HDP, bi boneya mirina Fîdel Castro, ji bo sersaxiyê çûn ziyareta Sefaretxaneya Kubayê. Di ziyaretê de peyamên Demîrtaş û Yuksekdag ên ji bo Castro şandine pêşkêş kirin.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen û Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî mirina Fîdel Castro ji bo sersaxiyê Sefîrê Kuba Alberto Bonzelez Casals ziyaret kirin. Heyetê peyaman hevserokên giştî Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji bo Sefaretxaneya Kubayê şandî pêşkêş kirin.
YUKSEKDAG: HETA HILWEŞÎNA DIKTATORÊ DAWÎ…
Peyama Yuksekdag wiha ye:
“Ji beriya her tiştî êşa gelê Kuba û hikûmetê, Raûl Castro û Partiya Komînîst ji dil û can parve dikin. Rêz li hember têkoşîn û nirxên şoreşger hevrê Fîdel Castro digirim.
Wî dîsa ya zehmet bi ser xist û piştî mirina wî jî gelên hejar ên cîhanê li derdorî nirxên şoreşgerî kom kirin. Em ji van nirxan bawer dikin, ji mûcîzeyên ku van nirxan dafirînin bi bawerin.
Di nava xweliya diktatoriyê de welatekî ji bo mirovên azadîxwaz û keyfxweş ava kir. Niha ew û hevrêyê wî Che rênîşanên têkoşîna me ne.
Gotibû: “Em winda bikin jî, dîsa rabin û li ber xwe bidin. Eger ku diktator winda bikin wê ev bibe dawiya wan.” Di tevahiya dîrokê de mîna gotina wî bû. Gelên ku rabûne ser xwe, bi hezaran diktator li pey xwe hiştine. Îro dîsa bi biryardariya serkeftina Fîdel a li ser serê me, heta hilweşandina diktatorê dawiyê em ê bimeşin.
DEMÎRTAŞ: JI BO GELAN ÇAVKANIYA MORAL Û ÎLHAMÊ
Di peyama Demîrtaş de ya ji bo Castro şandî ev tişt hatin gotin:
“Fîdel Castro, di sedsala 20 û 21’an de bi têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê li gelek welatên cîhanê, li dijî zextan bûye yek ji kesên herî girîng û têkoşer. Jiyan, enerjî û ezmûnên wî hem ji bo gelê Kuba û hem jî ji bo hemû gelên mezlûm ên cîhanê pêşkêşî têkoşîna şereş, sosyalîzim û serxwebûnê kir.
Meşa ku li gel Che Gûevara û hevalên xwe ku dayîn destpêkirin ji bo hemû gelên hejar ên cîhanê û têkoşîna civakî ya wan bû çavkaniya moral û îlhamê.
Sersaxiyê ji gelê Kuba, hemû kesên ku xwedî li têkoşîna Fîdel Castro derdikeve re dixwazim. Sersaxiyê ji hevriyên wî re dixwazim û bi rêzdarî bibîr tînim.”