Ji Cizîrê heta Strasboûrgê: Divê em êdî li ber vê hovîtiyê rabin

Parlamenterê berê yê HDP'ê Sariyildiz û hevşaredara Cizîrê Îmret ku tevlî meşa dirêj a ji Baselê ber bi Strasboûrgê bûne gotin, li dijî konsepta hovîtiyê ya ji Cizîrê dest pê kir û heta niha didome, divê her kes li ber xwe bide.

Meşa dirêj a ji Baselê ber bi Strasboûrgê ve di roja 5'an de ye. Ji şahidên komkujiya Cizîrê Parlamenterê HDP'ê yê berê Faysal Sariyildiz û Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ku tevlî meşê bûne, ji ANF'ê re qala wate û girîngiya meşê kirin.

'LEYLA GUVEN DAXWAZÊN HER KESÎ TÎNE ZIMAN'

Sariyildiz bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên kirin û got, "Çalakiya hevala me Leyla Guven kete roja 97'an. Kêm maye ku êdî nema karibe li jiyana asayî vegere. Ev berxwedan li pêş çavên gelê Kurd pêk tê. Di her kêliyê de rewşeke neyînî dikare rû bide. Hevala me Leyla ji bo xwedî li daxwazên me hemûyan derkeve, di şexsê Birêz Ocalan de xwedî li nirxên têkoşîna 40 salî ya gelê Kurd derkeve, ketiye nava çalakiyê."

'EGER EM HEVALÊN XWE JI DEST BIDIN EV Ê JI BO ME ŞERM BE'

Sariyildiz got, "Berxwedana greva birçîbûnê di heman demê de çalakiyeke ku li dijî konsepta hovîtiyê ya dewletê ye ku 3 sal berê dest pê kirin" û wiha dewam kir: "Berxwedana greva birçîbûnê ji bo me hemûyan girîng e. Di demeke wiha de divê gelê Kurd li dora vê çalakiyê bibe yek. Jİ ber ku em gelek tiştan deyndarê van hevalên xwe ne. Hevalên me daxwazên me tînin ziman û wê îradeyê nîşan didin. Eger em wan ji dest bidin, ev ê ji bo me gelekî giran û şerm be. Piştî Cizîrê wê bibe şermeke din ji bo me. Di salvegera 3. a hovîtiya Cizîrê de divê em xwedî li hevalên xwe û daxwazên wan derkevin."

'TECRÎD TIRKIYEYÊ DIXE NAVA KAOSÊ'

Sariyildiz bi bîr xist, konsepta hovîtiyê ya li dijî gelê Kurd tê meşandin bi tecrîdkirina Ocalan dest pê kiriye û got, "Ev pêvajo hîn dewam dike. Ev konsepta hovîtiyê Tirkiyeyê dixe nava kaoseke mezin. Rê li ber kuştina mirovên me vedike. Ji ber vê yekê divê her kes li ber tecrîdê rabe û xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê derkevin."

ÎMRET: DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret bi bîr xist ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ew tevlî meşa dirêj bûye û got, divê tecrîd bê şikandin. Îmret diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê li asta krîtîk e û got, "Em dibînin ku berxwedana ji zindanan dest pê kir û li çar aliyên dinyayê belav bû, bi bandor bûye. Ev ruhê berxwedanê ruhê Mehmet Tûnçan, ruhê Asyayan e."

'HÊZA GELÊ ME HEYE KU TECRÎDÊ BIŞIKÎNE'

Îmret anî ziman, berxwedana li dijî faşîzma dewletê niha bi rengekî cuda didome û got, "Ji bo jiyana bi însanî, demokratîk û azadiyê ya gelan divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî civakê bi temamî ye. Dewlet li gel tecrîdê li bajarên Kurdistanê şerekî giran û komkujiyan dike. Ji bo rabûna li ber vê yekê, divê tecrîd bê şikandin."

Îmret destnîşan kir ku polîtîka şer û tecrîdê ya dewletê wê bi ser nekeve û got, "Navnîşana aştiyê û çareseriya pirsgirêkan Îmrali ye. Ji ber vê yekê her kes zane ku daxwaza Leyla Guven daxwaza civakê ye. Lewma divê destek ji berxwedana greva birçîbûnê re bê dayin û xwedî li daxwazên hevala me Leyla bê derketin."

Îmret diyar kir, hêza gel heye ku tecrîdê bikişîne û banga geşkirina berxwedanê li gel kir.