Ji ciwanan li gelek navenda çalakiyên ji bo Kobanê

Ji ciwanan li gelek navenda çalakiyên ji bo Kobanê

Ciwanên Kurd bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê, li gelek deverên Ewropayê çalakî pêk anîn. Îro jî li bajarê Nantesa Fransa, Bonn û Munstera Elmanya,  Viyanaya Awusturya û Amsterdama Hollandayê gelek çalakî hatin lidarxistin.

NANTES

Kurdistaniyên li bajarê Nantesa Fransayê, li balafirgeha navneteweyî çalakiyek li dar xistin. Derdora 50 ciwanên tevlî çalakiyê bûn, di saetên danê nîvro de, li balafirgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û êlekên ku nivîsa “Em tên qetilkirin, cîhan temaşe dike” li ser bûn, li xwe kir. Ciwanan di çalakiyê de belavoka der barê êrîşên li hember Kobanê de xwendin. Çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.

KOLN

Li bajarê Koln a Elmanyayê derdora 70 ciwanên endamên Ciwanên Azad, li balafirgeha Bonnê çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd di çalakiyê de belavok belav kirin û xwestin bi rayedarên balafirgehê re hevdîtinê pêk bînin. Ciwanan gotin “Bi hezaran endamên DAIŞ’ê bi rêya vê balafirgehê diçin û tên.”

Çalakî bi qasî du saetan berdewam kir û ciwanan da zanîn ku wê çalakiyên wan bidome.

MUNSTER

Ciwanên Kurd, li bajarê Elmanya Munsterê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, stand vekirin û gelek belavok belav kirin.

Li aliyekî din jî, Înîsiyatîfa Dostaniya Kurd û Elmanan û YXK’ê banga tevlîbûna meşa ku wê li Munsterê bê lidarxistin kirin.

VIYANA

Komek ciwanên Kurd li balafirgeha paytexta Awusturya Viyanayê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan piştre jî li herêma ku Muzeya Şevê ya Viyanayê lê hate lidarxistin çalakî pêk anîn.

Komek ji Ciwanên Azad, Young Struggle û YXK’ê pêk dihat, li balafirgeha Viyanayê çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de pankarta “DAIŞ’ê rawestîne, Kobanê rizgar bike” vekirin û banga desteka navneteweyî kirin. Her wiha, ciwanan piştre li herêma ku Muzeya Şevê ya Viyanayê lê hate lidarxistin çalakî pêk anîn û gelek belavokên der barê êrîşên li hember Kobanê de belav kirin.

AMSTERDAM

Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li qada Damê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiya nêzî sed kes tevlî bûn de, çalakvanan bal kişandin ser berxwedana Kobanê û banga piştgiriya ji bo Kobanê kirin. Di çalakiyê de dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin.