Ji çeteyên Tirk dek û dolaba  ‘girtina navnetewî’

Li Elmanyayê çeteyeke Tirk dixwaze bi mohrên dadgeha Stenbolê û ewraqên qelp dek û dolaban li welatiyan digerîne. Çete bi rêya postayê name dişîne û di nameyê de wiha tê gotin; “Di derbarê we de biryara girtina navnetewî heye’ û daxwaza 12.500 Euro dike.

Li Elmanyayê di demên dawî de çeteyên Tirk a ku dek û dolaban digerîne rêbazên xwe guherandin. Çete bi rêya postayê bi mohra dadgeha Stenbolê û bi ewraqên sexte yên  logoya Rêxistina Emniyeta Federal a Elmanyayê (BKA) li ser hemwelatiyan şantajê bikin.

Hemwelatiyên ku ewraqên mohra dadgeha Stenbolê li ser digre bi îdîaya sûçê ‘girêdana xwe bi rêxistina terorê re’ cih digre. Di belgeyê de daxwaza 12.500 Euro tê kirin.

“Ji ber sûçên we kirî, di derbarê we de biryara girtina navnetewî heye. Di dema rûniştina dozê de divê hûn werin Stenbolê û îfade bidin. Di rewşa ku eger hûn beşdarî rûniştinê nebin,biryara girtina navnetewî ya ku di derbarê we de hatî girtin wê bikeve dewreyê.”

BKA: GUH NEDIN NAMEYAN

Hemwelatiyên ku nameyên çeteyan digrin bi navê ‘ji BKA memûrek’ reqema telefonekê didin û dixwazin bi endamekî çeteyan re têkilî dane. Li ser reqema telefonê jî kodê bajêrê Frankfûrtê balê dikêşîne.

BKA’yê jî têkildarî vê delkbaziya çeteyan  li ser malpera xwe ya înternetê hemwelatî hişyar kirin. BKA yê xwest ku hemlwelatî pereyên ku tê xwestin nedin û wiha got;

“Nameyên bi vî şêweyî di demên dawî de zêde bûne. Divê bi ti awayî hemwelatî guh nede van nameyan. Reqema telefonê ya ku di nameyan de ti têkiliya xwe bi Elmanyayê re nîne û girêdayî navenda bangkirinê ya derveyî welat e. Bi ti şêwêyî li reqemê negerin û têkilî nedanin. Ger ku we pere razandibe, yekser biçin gel polîsan û şikayet bikin.”