Ji CDK-F’ê ji bo meşa Strasboûrgê bang

CDK-F’ê ji bo meşa ku wê 11’ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin banga beşdariya xurt kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), îro bi daxuyaniyekê, ji bo meşa protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku wê 11’ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin banga beşdariyê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî mirovahiyê hate kirin, dîsa bi paradîgmaya Ocalan hate pûçkirin û valaderxistin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hebûna kesekî xwedî felsefeya mirovahiyê, bihevre jiyana gel û baweriyên cuda, rêxistinkirina jiyana azad a di nava çar dîwarande, ne tenê Kurd, hemû gelan jî li dijî vê derdikeve.”

CDK-F bibîr xist ku ji bo li dijî faşîzma AKP/MHP’ê derkevin, êrîşên li ser Ocalan bişkînin, asteng bikin û komployê protesto bikin banga beşdariyekî xurt li meşa Strasboûrgê kir.

Ji bo meşê ev agahî parvekirin:

Dîrok: 11’ê Sibata 2017-02-09

Cih: Boûlevard Metz

67000

(Gare De Strasboûrg)

Saet:10:00