Ji CDK-F’ê banga beşdariya çalakiyan

CDK-F, ji bo protestokirina nêzîkatî û zextên Elmanya ya li hember siyasetmedarên Kurd wê sibehê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Elmanyayê ya li Fransayê çalakiyê li dar bixe.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) wiha got: “Ji bo protestokirina nêzîkatî û zextên Elmanya ya li hember siyasetmedarên Kurd, em ê sibehê di saet 14:00’an de li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Elmanyayê bin.”

CDK-F’ê da zanîn ku Elmanya ji bo destkeftiyên xwe yên siyasî û bazirganiyê polîtîkayên dijminahiyê yên Tirkiyeyê li Elmanyayê jî bi cih dike. Di daxuyaniya CDK-F’ê de ev hatin gotin: “Ev polîtîka çiqas ziyanê bide gelê Kurd jî ewqasî ziyanê dide demokrasiya Elmanyayê. Ji aliyê gelek rewşenbîrên Elman, sazî û kesayetan ve qedexekirina tevgereke mirovî tê rexnekirin û daxwaza qedexeya rakirina PKK’ê dikin. Hikûmeta Elmanyayê daxwazên saziyên xwe û gelê xwe ji nedîtî ve tê û piştgiriya xwe ya bi dewleta AKP’ê re dewam dike.”

CDK-F’ê destnîşan kir ku Elmanya di vê salê de bi dehan siyasetmedarên Kurd binçav kirine yan jî girtine. Di daxuyaniya de CDK-F’ê wiha got: “Tê armanckirin ku gelê me kirîmînalîze bikin. Bi taybet di 2 mehên dawî de polîsên Elman bi ser nêzî 50 malên ciwanên Kurd de girtine, zext li ciwanan kirine. 11 siyasetmedar jî ji ber fikrên xwe û xebatên siyasî hatine girtin. Li hember van polîtîka û pêkanînan, di serî de bang li gelê Kurd, şoreşger, demokrat û dostên wan dikin ku beşdarî çalakiyan bibin.”

Çalakî wê li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Federal a Elmanyayê li 28 Rûe Marbeaû, 75116 bê li dar xistin. Ji bo ku yê bi metroyê bi kar bînin jî rawestgeha 1 û RERC, Porte Maîllot e.