Ji CDK’ê ji bo kampanyaya îmzeyan banga seferberiyê

Ji CDK’ê ji bo kampanyaya îmzeyan banga seferberiyê

Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdan a li Ewropayê (CDK) ji bo kampanya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” banga seferberiyê kir. CDKê da zanîn ku xwedîderketina li kampanyayê wezîfeyeke neteweyî ye û got: “Di çarçoveya vê kampanyayê de berhevkirina îmzeyan wezîfe û peywira her Kurdek welatparêz e. Divê her malbat li taxa ku lê rûdine bixebite û ji cîranên xwe îmzeyan werbigirin. Divê hemû gelê me yê welatêparêz li her tax û semtan Komîteyên ji Rêberê Apo re Azadî ava bikin û xebatê bidomînin.”

6ê îlona 2012 li paytexta Brukselê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Kampanyaya Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî” hate destpêkirin. Koordînasyona Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (CDK) derbarê kampanyaya îmzeyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga seferberiyê kir.

CDKê destnîşan kir ku ev kampanyaya ku li seranserê cîhanê ji aliyê gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyenan ve tê destekkirin, di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de xwedî ciheke girîng e û got: “ Ev kampanyaya îmzeyan a ku bi temaya ‘Abdullah Ocalan û Aşitiyê’ hatiye destpêkirin, li hemberî tecrîda stemkar û xedar a li 14 sal in li ser Rêber Apo tê meşandin, hewldaneke gelek hêza û bi nirx e.

CDKê bal kişand ser bûyer û geşdanên siyasî û civakî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin û diyar kir ku ev bûyer bi awayeke zêdetir rastiya nêrîn û ramaên Ocalan nîşan didin û da zanîn ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurdistanê.

CDKê îşaret bi wê yekê kir ku afirandina şert û mercên “tenduristî, ewlehî û tevgerkirina serbest a Ocalan” ji bo gelê Kurd wezîfe û bepirsyartiyek lezgîn û pêşekî ye, û bang li gelê Kurd li Ewropayê kir ku xwedî li kampanyay îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Ewropayê hatiye destpêkirin derbikevin û ji bo vê yekê seferber bibin.

‘ÖCALAN’A ÖZGÜRLÜK KOMÝTELERÝ KURULMALI’

Di daxuyaniyê de hati got: “Gelê me yê li Ewropayê xwedî li vê kampanyaya îmzeyan a ku di asta navneteweyî de hatiye destpêkirin derbikeve, ji bo ser bikeve, divê ji dil û can bixebite. Xebitîna ji bo vê kampanyaya îmzeyan ji bo her Kurdek welatparêz wezîfeya welatparêziyê ye.

Her mirovên Kurd ên welatparêz ên li Ewropayê dijîn, divê bi vê wesîleya kampanyaya îmzeyan rastiya Rêber Apo ji hemû ferd, civak û saziyên Ewropayî re bêjin, divê ji hemû mirovên ku têkiliya wan pêre hene îmze werbigirin. Divê gelê me gelê me li seranserê Ewropayê ji bo vê hemleya dîplomatîk di nava civaka Ewropayê de serferber bibe, divê hemû têkiliyên xwe yên şexsî û rêxistinê ji bo berhevkirina îmzeyan bixin dewrê. Divê her malbat li taxa ku lê rûdine bixebite û ji cîranên xwe îmzeyan werbigirin. Divê hemû gelê me yê welatêparêz li her tax û semtan Komîteyên ji Rêberê Apo re Azadî ava bikin û xebatê bidomînin.”

Gelê me divê tevlî hemû çalakiyên takekes û komikên Ewropî bibin û îmzayan berhev bikin. Divê di hemû çalakiyên partî, sendîka, hawîrparêz, dêr, saziyên sivîl de îmzayen berhev bikin, divê tevlî hemû festîval, muzîk, çalakî, meş, protesto, civîn, organîzeyên Ewropiyan bibin û şertên Rêber Apo werin vegotin û ji bo azadiya Wî piştgirî were xwestin.”

‘’XWENDEKAR, JIN, CIWAN DIVÊ PÊŞENGTIYÊ BIKIN’’

CDK daxwaz kir ku ciwan, jin û xwendekarên li Ewropayê pêşengtiyê li kampanyayê bikin.

“Hemû xwendekarên kurd ên dibistana amadeyî û zanîngehê yên ku li Ewropayê dixwînin divê di vê kampanyayê de bi risteke taybet û stratejîk tevbigerin, di dibistanên xwe de îmzeyan berhev bikin, di heman demê de şertên Rêbertiya me ya li Imraliyê veebêjin û bikin ku xwendekarên Ewropî jî tevlî daxwaza azadkirinê bibin. Hemû xwendekarên kurd ji bo azadiya Rêber Apo divê komîteyan çêbikin û bi awayekî çalak bixebitin.

Jinên kurd, ciwan, esnaf, xebatkar hemû beşên ku civakê pêk tînin ji bo îmzayan li her qada lê bixebitin, hemû têkiliyên xwe ji bo berhevkirina îmzeyan bi kar bînin, vêya bi awayekî organîzekirî pêk bînin. Hişmendiya civaka azad, rojeva herî girîng a qadên xebatên demokratîk divê berhevkirina îmzeyan be. Jin û ciwanên kurd divê pêşengtiyê lê bikin ku ev kampanya di civakê de berbelav bibe.

BANGEK JI BO KOMÊN KOÇBER, RÊXISTINÊN BAWERIYÊ, DERDORÊN DEMORATÎK

CDKê bang li komên penaberan, rêxistinên bawerî û derdorên demokratîk kir: ‘’Ji bo vê jî, em bang li hemû hemû şexsiyet, komên bawermend, civak, derdorên çep ên demokrat, komên koçber ên demokrat, rêxistinên demokrat ên elewî, dostên gelê kurd, jin, ciwan û saziyên sivîl, komeleyên demokratîk, federasyon û konfedarasyonên ku ji sepandinên antîdemokratîk ê dewleta Tirk ne xweş in, dikin û wan vedixwînin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya îmzeyan, û azadkirina Rêbertiya me.’’

CDKê di daxwiyaniya xwe de bang li partî, takekes û saziyan kurd jî kir. Hate derbirîn ku xwedîderketina li kampanyayê her wiha berpirsyariyeke netewî ye û CDKê ev bang kir: ‘’

“Hemû partî, rewşenbîr, takekes, sazî tevgerên kurd ên ku li ser bingeha netewe-demokrasiyê têkoşînê didin, ji bo azadbûyina Rêberê me pêk were divê bi awayekî çalak piştgiriyê bidin ê kampanyayê, di qadên xwe yên rêxistinkirî de bikevin nav hewldanan, hemû têkiliyên xwe yên netewî û navneteweyî bi kar bînin. Piştgirîdayina li azadiya Rêber Apo herwiha tê berpirsyariyeke netewî ye jî. Piştgiriyeke wiha watedar wê ji yekîtiya netewî re jî xizmetê bike.”