Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Berlînê bo Kobanê peyam!
Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Berlînê bo Kobanê peyam!
Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên Berlînê bo Kobanê peyam!
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanêya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re, li paytexta Elmanya Berlînê hatiye destpêkirin, îro di roja pêncemîn de bedewam kir. Çalakgerên greva birçîbûnê ku daxwazên xwe ji ANF’ê axivîn, gotin: “Heta berxwedana Kobanê berdewam bike em jî wê berxwedana xwe bidomînin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li qada Potsdamer Platzê ya li paytexta Elmanya Berlînê, di 30'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di roja pêncemîn de berdewam dike.
Çalakgerên greva birçîbûnê yên ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku ew amade ne bi rojan ji bo Kobanê hemû cûrên çalakiyên bênavber bidomînin. Daxwaz û nêrînên hin çalaakgerên greva birçîbûnê wiha ne:
Azîze (Bremen): Êrîşê mala me, welatê me dikin û gelê me qetil dikin. Çavê me li mafê ti kesî nîne, tenê em mafê xwe dixwazin. Çeteyên çavên wan kor bûne, êrîşê Kobanê dikin, em nikarin bibin temeşavanên van êrîşan. Divê hemû gelê me ji bo parastina Kobanê biherike wê derê. Divê hemû kes li hewara Kobanê biçe.
Yuksek Sozer (Berlîn): Li dijî gelê me şerekî dijwar heye. Ger em îro li hemberî vê dengê xwe dernexin sibe wê ti tiştekî me nemîne. Em nikarin li hemberî komkujiyan bi bêdengî, li malên xwe rûnin.
Aydin Erîk (Oldenburg): Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Em hestiyariyekî hîn zêdetir ji gelê xwe dixwazin. Dema em bûn yek hêz wê hemû kes me cidî bigire.
Botan Şirnexî (Berlîn): Em ji bo dengê Kobanê bigehînin hemû cîhanê li vê derê ne. Heta rewşa Kobanê baş dibe wê çalakiya me bidome.
Şemsettîn Ferho (Berlîn): Em ji bo Kobanê li vir in. Ger dewleta Tirk ev çend alîkarî nedaba çeteyan, wê wan nekarîban evqas pêş de bên.
Roza Mîrza (Berlîn): Roj ew roj e ku hemû kesê xwedî wijdan û dibêje ez mirovan rabe ser piyan.
Ferhad Kobanê (Hamburg): Ez ji Kobanê me û ji bo piştgiriya Kobanê li vir im. Heta berxwedana Kobanê bidome wê çalakiya me jî bidome.
Fatma Sag (Aurîch): Ez ji bo Kobanê roja pençşemê di gireva birçîbûnê de me. Ger Kobanê biçe wê hemû Kurdistan jî bikeve.
LI BERLÎNÊ MEŞA BI GIRSEYÎ
Komek ji çalakgerên greva birçîbûnê, duh tevahiya şevê li Qada “Potsdamer Platz” çalakiya nobetê domandin. Çalakger niha ber bi qada “Alexenderplatz” ku qadekî din a Berlînê ye ve bi girseyî dimeşin.