Endamên Însiyatîfa ber bi Aştiyê ve dimeşim a Bodrûmê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên di bin navê "qedexeya derketina derve" de li Kurdistanê tên kirin û ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet, ji Bodrûmê dimeşin Amedê.
Însiyatîfê, beriya meşa xwe li Meydana Şaredariya Bodrûmê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji Însiyatîfê Meyîl Delen daxuyanî xwend û da zanîn, ku mirinên ji ber rewşa şer a li welêt rû didin, yekser bandorê li her kesî dikin. Delen destnîşan kir, ku ew ji ber komkujiyên li Sûr, Nisêbîn, Farqîn û Cizîrê diqewimin xemgîn û bi fikar in.
Delen destnîşan kir, ku rêya pêşîgirtina li vî şerî, bi bilindkirina dengê aştiyê re piştgirîdayîna gelê herêmê ye û got, "Ji ber vê yekê weke alîgirên aştiyê, em nikarîbûn li pêşberî qîrîna rojhilat a 'bêdengiya we herî zêde me dikuje' bi xemsarî tevbigeriyan. Lewma bi navê 'Ez ber bi aştiyê ve dimeşim' me ji Bordûmê dest bi meşê kir û ev meşa me wê li Amedê biqede."
Piştî daxuyaniyê, aktîvîstên însiyatîfê dest bi meşê kirin. Aktîvîst wê di dema xwe de biçin navenda Mûgla, Enqere, Edene, Riha û Amedê û li van deran çalakiyan lidar bixin.