Ji bo zêdetirê 100 xwendekaran lêpirsîna greva birçîbûnê

Ji bo zêdetirê 100 xwendekaran lêpirsîna greva birçîbûnê

Derbarê zêdetirê 100 xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê ku ketibûn greva birçîbûnê de lêpirsîna "Greva birçibûnê" hate vekir.

Rektoriya Zanîngeha Kocaeliyê der barê zêdetirê 100 xwendekarên ku tevlî çalakî û grevên birçîbûnê yên ku ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve di 12'ê Îlonê de hatibû destpêkirin û piştî 68 rojan bi dawî bûn, bûbûn doz hate vekirin.

Li 100 xwendekarên ku di 7'ê Mijdarê de daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman bi hinceta piştgirî daye greva birçîbûnê lêpirsîn hate vekirin. Rektoriyê nivîs ji xwendekaran re nivîsand û diyar kir ku we zerar daye zanîngehê û derdorê. Di bûyerên 7'ê Mijdarê de polîsan mudaxaleyî xwenekaran kiribûn û gelek xwendekar birîndar bûbûn.