'Ji bo xwe biparêzin Hevserok û wekîlên me dîl girtin'

Kurkçu got, "Piştî ku rêveberên AKP'ê û qeyûmên wan bûn hedef, ji bo xwe biparêzin Hevserok û wekîlên me dîl girtin û wan ji bo xwe weke qertekê bi kar tînin." Kurkçu diyar kir, HDP mîna kelemekî di pehniya Erdogan re rabûye.

Kurkçu got, "Piştî ku rêveberên AKP'ê û qeyûmên wan bûn hedef, ji bo xwe biparêzin Hevserok û wekîlên me dîl girtin û wan ji bo xwe weke qertekê bi kar tînin." Kurkçu diyar kir, HDP mîna kelemekî di pehniya Erdogan re rabûye.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, mijarê di rojevê de ne ji ANF'ê re nirxan.d

'PIŞTÎ KU NERAZÎBÛNÊN LI EWROPAYÊ ZÊDE BÛN, BIRYARA SEKINANDINA MUZAKEREYAN HATE DAYÎN'

Kurkçu biryara Parlamenta Ewropayê ya rawestandina muzakereyan nirxand û got, "Ev biryar dihate payîn. Ev biryar di xala 5. a peymana çarçoveyê ya hiqûqa muzakereyên bi Tirkiyeyê re tê ravekirin. Li gorî vê xalê, di pêvajoya danûstandinên endametiyê de eger bi israr, tirsnak û berdewamî mafên mirovan were binpêkirin, Komîsyona Ewropayê neçar e muzakereyan bisekinîne. Ev yek ne tercîhek e, mecbûriyetek e."

Kurkçu işaret bi binpêkirina mafên mirovan ên piştî 15'ê Tîrmehê kir, bi taybetî jî bal kişand ser xerakirin û şewitandina bajarên Kurdistanê bi navê 'operasyona ewlekariyê' û got, "Tevî komkujiyên li cihên mîna Cizîr, Silopiya û Sûrê, şîdeteke bêsînor li gelek beşên civakê hate kirin. Vê rewşê di nava hêzên demokratîk ên Ewropayê de rê li ber reaksiyonên mezin vekir. Nerazîbûnên saziyên mafên mirovan, civaka Ewropayê û medya Ewropayê, dor li Parlamenta Ewropayê girtin. Parlamenta Ewropayê bi vê biryara xwe re xwe ji vê dorpêçiya civakê rizgar kir û bersiv da daxwaza raya giştî."

Ertûgrûl Kurkçu da zanîn, ku weke heyetên HDP'ê wan bi gelek rayedarên Yekîtiya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê re hevdîtin kirine, van hevdîtinên xwe didomînin û got, "Me ji hemûyan re gotin, li pêşberî vê rewşa tirsnak a li Tirkiyeyê, ji bilêvkirina 'fikaran' zêdetir, tiştekî bikin, bikevin nava tevgerê."

'ERDOGAN WELÊT DIXE NAVA ŞEREKÎ NAVXWEYÎ'

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir, siyaseta Erdogan Tirkiyeyê dixe nava şerekî navxweyî û wiha dewam kir: "Erdogan bi karên weke, çavtirsandina û dûrxistina ji desthilatdariyê ya dijberên xwe yên siyasî re mijûl nabe. Ew hewl dide dijberên xwe yên siyasî bi rengekî fîzîkî û fîlî ji holê rake, ku cihê vê yekê di hiqûqê û edaletê de nîne. Hiqûq û edaletê weke amûreke tolhildana siyasî bi kar tîne. Bi vî awayî Erdogan ji bilî xweparastin û hilanîna tolê, ti rêyê ji mirovan re nahêle."

Kurkçu diyar kir, Erdogan deriyê siberojeke bi jehr vedike û got, "Em qala bi sed hezaran mirovên bi hesta tolhildanê tevdigerin dikin. Dema em bala xwe bidin tiştên li Kurdistanê hatin kirin, mînak; li xizm û derdora wan mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin bifikirin, bê çiqasî dêşin. Wê çaxê tê fêhmkirin bê çima ciwanên Kurd ref bi ref berê xwe didin çiyê. Deriyê ku Erdogan li mirovan vekirî dihêle, ev e."

'HDP KELEMÊ DI PEHNIYA ERDOGAN RE RABÛYE, YA WÊ JÊ XILAS BIBE YAN JÎ WÊ PEHNIYA WÎ PARÇE PARÇE BIBE'

Kurkçu bal kişand ser rol û mîsyona HDP'ê û got, "HDP mîna kelemekî di pehniya Erdogan re radibe. Ev kelem wî dêşîne. Nahêle ew bimeşe. Ya wê ji vî kelemî rizgar bibe, yan jî kelem wê pehniya wî parçe parçe bike. Rêya ku Erdogan dide pêş vê civakê ev e: 'ya tu yê li dijî min şer bike, yan jî serî li ber min bitewîne'. Lê ew bi xwe jî nizane ev rêya tê de dimeşe, li ku derê diqede."

'JI BER KU HILBIJÊRÊN ME XWESTIN, EM NIHA LI MECLÎSÊ NE'

Kurkçu der barê helwesta HDP'ê ya li parlamentê got, "Berevajî îdîayên medyayê, me ti carî biryara vekişîna ji parlamentê nedane. Weke rêveberiya HDP'ê ev neke rojeva me jî. Biryar hat dayîn ku tevlî xebatên Civata Giştî ya Meclîsê neyê kirin, hat dayîn. Lê belê beşekê ev biryara weke biryara 'vekişîna ji parlamentê' fêhm kir. Di dema girtina vê biryarê de qanûna 'destavêtinê' ket rojevê. Di vê demê de beşek ji civakê bi taybetî jî jinan ji HDP'ê xwest, tevlî xebatên Meclîsê bibin. Lis er vê yekê biryara vegera li civata giştî hate dayîn."

Kurkçu da xuyakirin, ku cihê HDP divê lê be, îro li wir e û got, "Rastiyeke heye: 6 mîlyon hilbijêrên me hene. Heta mirov nêrîna 6 mîlyon mirovan negirin û bi wan re nîqaş nekin, girtina biryareke bi vî rengî ne hêsan e, ne rast e."

Kurkçu da zanîn ku eger her tişt bê radeya qutbûnê, li meclîsê bên biçûkxistin û hem rûmeta wan hem jî ya hilbijêrên wan bê şikandin, bêguman dikarin xwe ji parlamentê vekişînin.

'JI BO XWE BIPARÊZIN HEVSEROKÊN ME Û WEKÎLÊN ME DÎL GIRTIN'

Li ser girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu got, "Xwestin dîl bigirin. Xwestin di destê wan de dîlgirtî bin, ku weke gefekê bi kar bînin. Xwestin vê mesajê bidin, 'Eger tiştek bi zilamekî me yê dewletê bê, hingî zanibin jiyana wekîlên we û Hevserokên we di xeteriyê de ye'. Ji xwe wekîlekî AKP'yî-Huseyîn Kocabiyik- ev yek bi vekirî bilêv kir. Dema li dijî hilweşandina li Kurdistanê reaksiyon derket holê, rêveber û qeyûmên AKP'ê bûn hedef, hingî wekîlên me dîl girtin. Dewletê di nava vî şerê çekdarî de jiyana wekîl û hevserokên me, ji bo parastina xwe weke qertekê bi kar tîne."

'HEBÛNA HDP'Ê PÊŞÎ LI ŞERÊ NAVXWEYÎ DIGIRE'

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir, Tirkiye nikare demeke dirêj vê rewşa giran rake û got, "Ya wê dewlet ji vê siyasetê vegere û rewşê aram bike, yan jî wê qutbûn li cihê qelsbûyî çêbibe. Lê belê Erdogan ber bi qutbûnê ve dibe. Ji ber hebûna HDP'ê û taktîkên hesas ên tevgera azadiyê, rîska şerê navxweyî negihîşt radeya dawî. Naxwe bi ya Erdogan bûya, ji zûdeyî niha li rojavayê Tirkiyeyê şer biqewimiya."