Li Mêrsînê di doza 6 zarokên Kurd ên ku ji bo wan 180 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, de şahidê ku bi Tirkî nizane xwest bi Kurdî îfade bide, lê jêre gotin “Tu memûrê me yê Kurdî nizanin” daxwaza wergerê Kurdî red kirin. Parêzerê bersucan Eyup Sabrî Oncel got; “Ji ber ku dê şahid li ser miwekîlên min îfadeyên erênî bide, qebûl nekirin ku bi Kurdî îfade bide.”
Li aliyekê sererastkirina qanûnê ya hukûmeta AKPê ya di bin navê “parastina bi zimanê zikmakî” de li rastî nerazîbûnên raya giştî ya Kurdan hat û li aliyeke din bêtehemuliya dadgeh û daraza Tirk li hemberî Kurdî berdewam dike. Daxwaza îfadedayina bi Kurdî ya welatiyê ku ji bilî Kurdî tu zimanek din nizane, bi hinceta “li edliyeyê wergerên bi Kurdî dizanin tune ne” hate redkirin.
“JI BO ZAROKÊN TEVLÎ NEWROZÊ BÛN 180 SAL CEZA”
20ê adara 2012ê li Mêrsînê li taxa Şefketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê zarokên Kurd ên bi navê A,K, F.E E.Y, T.Ç, R.Y û S.Y bi hinceta tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne hatin binçavkirin. Zarokên ku bi awayeke serbest tên darizandin, hatin berdan. Li hemberî zarokan li 1’emîn Dadgeha Zarokan a Mêrsînê doz hate vekirin. Zarok bi hincetên “endamtiya rêxistinê”, “Li dijî qanûna xwepêşandan û meşê rabûne”, “Ziyan dane malê gelemperiyê” û propagandaya rêxistinê” tên darizandin. Ji bo her yek ji 6 zarokan 30 sal, bi giştî 180 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
“POLÎSAN ÇEK DANÎN SER SERÊ MIN Û GEFA MIRINÊ LI MIN XWARIN”
Yekemîn rûniştina doza 6 zarokên Kurd li 1emîn Dadgeha Ceza ya Zarokan pêk hat. Zarokan tawanbarkirinên li hemberî xwe qebûl nekirin û diyar kirin ku tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ne suc e û daxwaza bereetê kirin. Ji zarokan F.E. da zanîn ku dema polîs wana binçav kirin, çek danîne ser serê wan û gef kuştinê li wan xwarine.
“WERGERÊN BI KURDÎ DIZANIN TUNE NE”!
Kesê bi navê Seyfî Yigiter ku ji bilî Kurdî tu zimanên din nizane, xwest derbarê zarokan de îfade bide, lê bi hinceta “li edliyeyê wergera bi Kurdî dizanin tune ne” daxwaza wî ya ji bo îfadedayinê hate redkirin. Dadgehê biryar da ku rûniştina dozê taloqê 5ê sibata 2013ê bike.
Ji zarokên tên darizandin, parêzerê S.Y. Eyup Sabruî Oncel got: “Ji ber ku dê şahid li ser miwekîlên min îfadeyên erênî bide, qebûl nekirin ku bi Kurdî îfade bid. Gotin memûrên bi bikaribin wergera bi Kurdî bike tune ye û daxwaza wî red kirin. Oncel diyar kir ku ew nikare tu wateyekê bide vê mijarê û got: “Qaşo ew edliyeya girgire, dibêjin wergerê Kurdî tune ne.”