Ji bo tecawizkarên Çewlikê hatin berdan protestoya bêdeng
Ji bo tecawizkarên Çewlikê hatin berdan protestoya bêdeng
Ji bo tecawizkarên Çewlikê hatin berdan protestoya bêdeng
Li Çewlikê aktîvîstan serbestberdana 4 çawîşên pispor ên tecawizî keça 14 salî a bi navê E.A., kirin bi çalakiyeke bêdeng protestokirin. Aktîvîstên ku di navbera Qada Galatasaray û rawestgeha Tramvay a Taksîmê de bi saetan çûn û hatin, leşker û polîsên ku bi baweriya unîformayên xwe tecawizî zarokên keç dikin şermezar kirin. Ji ber ku polîsên sivîl meş asteng kirin, aktîvîst çûn gel mirovên li ber AKM’ê rawestiyabûn û çalakiya xwe li wir berdewam kirin.
Komek aktîvîst di pêşengiya aktîvîst Ahmet Sonmez ê beriya niha ji bo zarokên mexdûrên Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re çalakiyên firîna balonan organîze dikir de ji bo serbestberdana 4 çawîşên pispor ên tecawizî zaroka keç a 14 salî kirin, bi meşeke bêdeng protesto kirin. Aktîvîstên ku dovîzên li ser wan bi Tirkî û Îngilîzî, “Li Çewlikê 4 çawîşên pispor ên tecawizî zaroka 14 salî kirin serbest hatin berdan”, “Dema bêhn bi goşt dikeve tê xwêkirin, baş e dema bêhn bi xwê bikeve?”, “Hişyar bin dibe ku çawîşê pispor were” hatibûn nivîsandin hilgirtin û gel bi çepikan destek da aktîvîstan. Dema aktîvîst hatin gel Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê aktîvîst Mehmet Sonmez mafê axaftinê wergirt.
ROJA YEKŞEMÊ LI BER LÎSEYA GALATASARAY
Sonmez di axaftina xwe de da xuyakirin ku wê roja yekşemê jî li ber Lîseya Galatasarayê ji bo protestokirineke bêdeng, bên gel hevdu û ji tevayî mirovên di vê mijarê de hişyar û eleqedar xwest piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Piştî daxuyaniyê rêya aktîvîstên ku xwestin careke din biçin Qada Galatasaray ji aliyê du polîsên sivîl ve hat qutkirin. Polîsên ku digotin, di Caddeya Îstîklal de bi dovîzan meş qedexe ye kom asteng kir. Aktîvîstên ku ev helwesta kêfî protesto kirin jî, çûn gel mirovên li ber AKM’ê rawestiyabûn û li wir çalakiya xwe ya bêdeng berdewam kirin.