Ji bo Taylan Ozgur Kahraman bibîranîn
Ji bo Taylan Ozgur Kahraman ku bi mebesta komploya navdewletî ya li ser Ocalan şermezar bike bedana xwe dabû ber êgir li Dusseldorfê bernameyeke bîranînê hate çêkirin.
Ji bo Taylan Ozgur Kahraman ku bi mebesta komploya navdewletî ya li ser Ocalan şermezar bike bedana xwe dabû ber êgir li Dusseldorfê bernameyeke bîranînê hate çêkirin.
Taylan Ozgur Kahraman ku ji bo komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike 1999'an bedena xwe dayî ber êgir li Dusseldorfê ya Elmanyayê hate şermezarkirin.
Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Nûpel Munzur axivî. Munzur got Kurd ji azmûneke giran derbas dibin, di rêya şehîdan de ji vê azmûnê dikarin serkeftî derkevin.
Munzur got di têkoşîna 40 salî ya azadiyê de, ji bo şermezarkirina komploya navdewletî gelek şoreşgerên Kurd bedena xwe dane ber êgir, gelek jê xwe dane ber greva birçîbûnê. Munzur çalakgerên greva birçîbûnê ya li zindanan û Ewropayê slav kir.
Munzur got yek ji xala herî girîng a pûçkirina komployê ew e ku tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin û pêkhatina azadiya Ocalan e û domand: ''Em di şexsê Taylan Ozgur Kahraman de hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr tînin.''
GELÊ KURD LI HEMÛ CÎHANÊ LI DIJÎ KOMPLOYÊ DÎSA LI SER PIYAN E
Bavê Kahraman Comert Kahraman î axivî û got: ''Dema ku komplo li Serok Apo girêdan li hemû Ewropayê, li Avûstûryayê, li Kurdistanê nêzî 70 kesî çalakî kir û şehîd bûn. Komplo didome. Niha jî Kurd li hemû cîhanê li ser piyan in. Her roj zaroyên gelê Kurd ji bo ku hilmê bidin û bistînin têdikoşin. Niha em li cihê şehîdbûna heval Taylan in. Em deyndarî hemû şehîdan û keddaran in.''