'Ji bo siberojeke dilşad em dengê xwe bidin HDP'ê'
Li Hannoverê, dengdayîn û xebatên ji bo hilbijartinê dewam dikin.
Li Hannoverê, dengdayîn û xebatên ji bo hilbijartinê dewam dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker û Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, xebatên hilbijartinê yên li bajarê Elmanya Hannoverê şopandin.
Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî deng li Qada Fûarê ya Hannoverê tê bikaranîn.
Koç û Oker di roja destpêkê ya dengdayînê de qada fûarê ziyaret kirin û ji wezîfedarên YSK û muşahîtên HDP'ê, der barê hilbijartinê de agahî wergirtin.
Koç anî ziman ku ji bo ev hilbijartin di nava rewşeke wekhev û ewle de pêk were, çi ji destê wan tê ew ê bikin.
Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Hannoverê Naîl Guneş jî bang li hilbijêran kir ku ji bo dengdayînê dereng nemînin.
'YA MIROV LI CEM ZALIMAN E, YAN JÎ LI CEM MAZLÛMAN E'
Koçû Oker li Navenda Çanda Elewiyan a Hannoverê beşdarî panelê jî bûn. Koç di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ji ber bindest nebûne yek heta roja îro rastî komkujiyan hatine û destnîşan kir, ku gel û komên baweriyan êdî di nava HDP'ê de civiyane.
Oker jî got, "Eger tu ne li cem mazlûman be, hingî tu yê li cem zaliman bê dîtin" û ev xal destnîşan kir: "Bi mîlyonan mirov ji bo bi hev re siberojeke dilşad bijîn, em bang li hilbijêran dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê."
Panel bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.