BI DÎMEN

Ji bo şervana YPJ'ê Coşkûn mewlûd hat dayîn

Ji bo şervana YPJ'ê Şevîn Coşkûn (Mazda Mariya) ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Essenê mewlûd hat dayîn.

Ji bo şervana YPJ'ê Şevîn Coşkûn (Mazda Mariya) ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Essen ê Elmanyayê mewlûd hat dayîn.

Bi qasî 200 kes li mewlûdê amade bûn. Bavê Mazda Mariya Rahmî Coşkûn li vir axivî û got, "Keça min ne tenê keça min e. Ew keç û şehîda Kurdistanê ye."

Piştre ji dayikên aştiyê Dayika Nazîre peyivî û got, "Weke dayikekê dibêjim, hemû ciwanên di vê oxirê de berdêl dane, ewladên min e."

Mehmet Sûrûçlû jî li vir axivî û destnîşan kir, karê ku niha PDK dike îxanet e. Sûrûçlû her wiha bal kişand ser referandûma li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ji her kesî xwest, ku bi berpirsyarî rabin.

Di mewlûdê de ji bo Meşa 8'ê Adarê ya roja 11'ê Adarê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.