Ji bo serbestberdana Xelef Tak li Swêd çalakî

Ji bo serbestberdana Xelef Tak li Swêd çalakî

Ji bo welatparêzê Kurd Xelef Tak ê  ji ber sedema ku Tirkiye bi rêya înterpolê lêdigire, hefteya borî ji aliyê Bulgaristanê ve hatibû binçavkirin li bajarê Lidkoping ê Swêd  çalakiyek hat lidarxistin. Bi qasî sed kesî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî ji aliyê Anna Bergenwall a Swedî hat organîzekirin. Bergenwall, dema diçe dikkana pîzzayan a ku Tak xwediyê wê ye pê dihise ku Tak hatiye girtin û lewma dest bi çalakiyeke wiha dike. Bergenwall da xuyakirin ku girtina Tak a li  Bulgaristanê ji xebatkarên dikkana pîzzayan fêr bûye û got ku rast nabîne mirovekî ku li Swêd serî li penabertiyê dabe radestî Tirkiyeyê were kirin.

Bergenwall  di berdewama axaftina xwe de her wiha anî ziman ku Tak li bajarê  Lidkopingê tê naskirin û hezkirin. Ji bo Tak radestî Tirkiyeyê neyê kirin jî got ku divê ligel, Swêdiyan pêwîst e Kurd, Tirk û Asûrî jî bên gel hevdu û têbikoşin.

Di heman demê de komeleyên Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî-Keldanî serî li Sefaretxaneya Bulgaristanê dan û ji bo rewşa Tak randevu xwestin. Rayedarên Sefaretxaneyê  dan xuyakirin ku ew ji rewşa Tak agahdar in û di demeke herî kurt de ji bo hevdîtin çêbibe wê randevuyê bidin.

Xelef Tak di sala 1989’an de ji Bakurê Kurdistanê tê Swêd û li vir îltîca dike. Tak niha tevî ku hemwelatiyê Swêd e jî, bi zarok û hevsera xwe re dema ji bo betlaneyê çû Bulgaristanê hate binçavkirin û şandin girtîgehê. Tak piştî hat girtin Sefîrê Fexrî yê Swêd ê li Varna pêre axivî bû û daxwaza parêzer kiribû.

Ji bo piştevaniya ji Tak re yê li Lidkopinga Swêd dijî û salên dirêj karê pîzza dike û her wiha ku ji aliyê gel ve jî gelekî tê hezkirin hesabekî Facebook hat vekirin. Ligel hesabê ku di demeke kurt de 3 hezar kes bûn endam,  ji bo serbestberdana Tak ji aliyê xizm û hevalên wî ve kampanya hat destpêkirin.