Ji bo şemezarkirina komploya 15’ê Sibatê banga tevlîbûnê
Ji bo şemezarkirina komploya 15’ê Sibatê banga tevlîbûnê
Ji bo şemezarkirina komploya 15’ê Sibatê banga tevlîbûnê
Li gelek navenda bi armanca şermezakirina salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bername pêk hatin û di bernameyan de 15'ê Sibatê ji bo kurdan rojekî reşe û hate xwestin ku hemû kes tevlî çalakiyên şermezarkirinê bibe.
ENQERE
Rêxistina BDP'ê ya Enqere têkildarî çalakiyên 15'ê Sibatê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Mamakê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Enqere Ahmet Aday, Nûnera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan, Endamê Meclîsa BDP'ê Zekî Altun û rêveberên BDP'ê tevlî bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Enqere Ahmet Aday di civînê da axivî û wiha got: “Em pêvajoya muzakere û diyalogê dijîn. Ji ber vê yekê 15'ê Sibata 2013'an ji bo gelê Kurd û Tirk gelek girînge. 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reş e. Birêz Ocalan bi sekna xwe û vîna xwe bi piştgiriya gelê kurd komplo vala derxist. Dewlet îro bo Birêz Ocalan re hevdîtina pêk tîne."
Aday anî ziman ku, ew dê ji ber 15'ê Sibatê hinek bernameyan li dar bixin û wiha axivî: "Em dê îsal destpêkê li Tuzluçayirê 15'ê Sibatê şermezar bikin. Em dixwazin hemû kes saet di 18.00’an de li Mamak Tuzluçayirê bin."Aday da zanîn ku ew dê ji Tekmezar heta Tuzluçayirê meşa meşaleyî li dar bixin.
STENBOL
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîlî û rêveberê bajar Erkan Taş tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak axivî û diyar kir ku, li gel hemû binçavkirin û girtinan ew dest ji têkoşîna xwe bernadin. Kolçak, da zanîn ku ew dê roja înê bi hemwextî seat di 15.00'an de li Qada Altiyolê ya Qadikoyê, Qada Mizgefta Şîşliyê û Qada Avcilarê daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin û xwest ku hemû kes tevlî daxuyaniyan bibe.
COLEMÊRG
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê dê sibê di demjimêr 13.00'an de meşa bi navê "Meşa gel ya demokratîk" li dar bixin û ji bo esnaf tevlî meşê bibin esnaf ziyaret kirin. Berî ziyaretê di derbarê meşê de agahî hate dayîn û bang gel tevlî meşê bibin hate kirin.
Platforma Hêzên Demokratîk û Kedê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê civîna çapemeniyê li dar xist.
GEVER
Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Geverê pêşandana sînevîzyonê li dar xist. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, Şaredarê Geverê Ercan Bora û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Xebatkara Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê Leyla Zengîn diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reşe.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ji bi heman armancê li bajaroka Berman a navçeya Stewrê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê yên ji Mêrdînê çûn navçeya Stewrê di ketina navçeyê de bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Pişt re girse bi meşê heta ber Mala Gel a Yeşîlalanê meşiya. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxisitna BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û diyar kir ku, divê sala 2013'an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Di pêvajoya Tirkyeyê ji bo aştiyê gav avêtî de ji bo 15'ên sibatê pêk neyên û xwîn bê rawestandin divê hemû kes tevkariyê bide muzakereyan." Piştî axaftinan girse bi karwanê derbazî bajaroka Sîtîlîliyê bûn. Karwan bi ketina bajarokê de bi girseyî hate pêşwazîkirin.
DÊRÎK
Rêxistina BDP'ê ya Dêrîkê jî bi heman armancê panel li dar xist. Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û MEYA-DER'ê tevlî panelê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrîkê Adîl Aktaş axivî û diyar kir ku, gelê Kurd 15'ê Sibatê weke roja şer îlan kir. Rêveberê BDP'ê yê Dêrîkê Vahap Çerî jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû kurdan têkoşîn kir. Piştî panelê banga tevlîbûna meşê hate kirin.
FARQÎN
Rêxistina BDP'ê ya Farqînê jî bi heman armancê bang li hemû kesî kir ku tevlî meşa dê di roja înê de li dar bixin kir. Li Farqînê di 15'ê sibatê de di demjimêr 13.00'an de dê ji Qada Azadiyê heta ber avahiya BDP'ê meş pêk bê.
REZAN
Rêxistina BDP'ê ya Rezan jî esnafên taxa 5 Nîsanê ziyaret kirin û dewetî bernameya 15'ê sibatê kirin. Rêxistina BDP'ê ya Rezan dê di 15'ê sibatê de di demjimêr 13.00'an de li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a Rezan çalakiyê li dar bixe.