Ji bo Sedat Selîm Ay mertala darazê
Ji bo Sedat Selîm Ay mertala darazê
Ji bo Sedat Selîm Ay mertala darazê
Piştî 17 salan di derbarê şefê polîsan Sedat Selîm Ay de bi sûcdariya îşkenceyê giliya sûc lêhate kirin, lê ew jî bê encam ma. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî giliya sûc ya derbarê Ay de biryara neşopandinê da.
4 jinên sosyalîst di derbarê Alîkarê Midûrê Emniyeta Stenbolê Sedat Selîm Ay de ji ber îşkenceyê giliyê sûc kirin. Li ser giliya sûc Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî biryara neşopandinê da. Li gorî dozgeriyê jinên gilî kirin, şahidek nîşan nedan ku îşkence dîtine. Weke din jî raporên xwe pêşkêş nekirin. Dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de cih da fezlekeyên polîsan û parast ku, piştî 17 salan gilî kirin, necihê baweriyê ye.
Şefê polîsan Sedat Selîm Ay di meha Tîrmeha sala borî de, piştî ku Hikumeta AKP’ê ew kirBerpirsê Tekoşîna Li Dijî Terorê û Alîkarê Midûrê Polîsan ê Stenbolê, bûyerên îşkenceyê ên navê Ay têde derbazbûyî careke din hatin rojevê û di derbarê wî de giliyê sûc hatibû kirin.
Rojnamevan Arzu Demîr, endama SKM’ê Bîrsen Kaya û endamên ESP’ê Meral Armutlu û Zelal Armutlu ku di navbera salên 1996 û 1997’an de li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê îşkence dîtibûn, di 18’ê Tîrmeha 2012’an di derbarê Sedat Selîm Ay de li dozgeriyê giliyê sûc kiribûn.
‘ŞAHID TUNEYE’
Buroya Lêpirsîna Sûcên Memûran a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî giliyê biryara neşopandinê da. Hincet jî, 4 jinan di mijara îşkence dîtine an na şahid û rapora dixtoran pêşkêş nekirine. Weke din jî dozgeriyê parast ku, piştî 17 salan giliyê sûc kirin, di mijara îşkence dîtine de baweriyê dişkêne.
Balkêş bû ku di biryarê de polîsan di derbarê 4 jinan de weke“endamên rêxistinê” bi berfirehî di fezlekeyên xwe de cih dabûnê.
‘DI RAPORAN DE JÎ NE DINIVÎSÎN ÎŞKENCE DÎTIYE’
Edîtora ETH’ê Arzû Demîr bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û bibîrxist ku, di Hezîra 1996’an de du hefteyên destpêkê qasî 15 rojan li Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatiye lêpirsîn kirin. Demîr got: “Ez bê xew hêlam, rastî îşkenceya ceyran û tacîza cinsî hatim. Sedat Selîm Ay bi xwe jî tevlî lêpirsîna min bû.”
Demîr da diyarkirin ku, wê dem şopên îşkenceyê ên li ser bedenên wan heyî jî tiba edlî di raporên xwe de nedinivîsî û ev tişt anîn ziman: “Min di dozgeriyê de vegot ku min îşkence dîtiye. Piştî ku em serberst hatin berdan jî di daxuyaniya çapemeniyê de îşkenceya ku me dît me vegot. Lê belê serlêdanên di wan rojan de dihatin kirin, ceza nedihate dayîn û min jî ji ber vê cezanedayînê serlêdan nekiribû. Lê pêwîst bû dozgeriyê tiştên ku me gotin, weke îxbar qebûl kiriba û lêpirsîn daba destpêkirin. Nekirin. Me di biryara îro ya Buroya Lêpirsîna Sûcê Memûran ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de dît ku, 17 salan tiştek nehatiye guhertin. Piştî 17 salan jî îşkence bê ceza dimînin.”
‘NE ÎŞKENCEYÊ, ROJNAMEVANAN CEZA DIKIN’
Demîr diyarkir ku, ji ber ku li ser kesên rastî îşkenceya Sedat Selîm Ay hatine nivîs nivîsîne di derbarê ETH’a yê de doz hatine vekirin û got: “Piştî 17 salan nekesên îşkence kirine, rojnamevanên ku ev îdiane nivîsîne li ser sendelya bersûc didin rûnişkandin.”
‘DI SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ DE DEM NABE MIJARA GOTINÊ’
Bîrsen Kaya jî piştî ku hate binçavkirin ji TIHV’ê rapor girtiye û ji dozgerê ku beriya 17 salan lêpirsîn birêve dibir, îşkenceya ku dîtiye biberfirehî ravekiriye. Kaya anî ziman ku “Nêzîkatiya dozgeriyê ya piştî 17 salan çima gilî kirin? Nehiqûqiye. Ji ber ku îşkence sûcê mirovahiyê ye û di vî sûcî de dem nemijara gotinê ye.”
Kaya destnîşan dike ku, beriya 17 salan ji ber ku hem sosyalîst û hem jî jinbûye rastî îşkenceyê hatiye. Kaya wiha axivî: “Me di biryara dozgeriyê jî de dît ku, ferqa îro jî ji duh tuneye, heman zîhniyet di desthilatdariyê de heye.”
‘ÎŞKENCE JI ROJEVÊ NEKET Û NAKEVE’
Kaya da zanîn ku “Bi vê biryarê îşkence ji rojevê derneket û nîşan dide ku dernakeve jî.”
Kaya anî ziman ku, “Tiştên ku li Taksîmê rûdan li ber çavanin. Tundiya ku dewletê li dijî gel pêkanî, Hîtler di hesidîne. Hemû cûreyên tundiyê pêkanîn. Vê netenê hêzekî milîtarîst kir. Dewletê bi hemû hêza xwe li dijî tevayî civakê pêkanî. Ev tundî û îşkenceya berê li şoreşgeran dihat kirin, niha li muxalif û yên newekî desthilatdariyê difikirin jî tê kirin. Hikumet dibêje, ew dê rayeya polîsan a bikaranîna çekê zêde bikin. Ev gotin tê wateya hikumet piştgiriyê dide tundî û îşkenceya polîsan. Weke din jî destê wan bihêz dike.”