Ji bo sê gerîlayên HPG’ê taziye

Ji bo sê gerîlayên HPG’ê taziye

Ji bo Ramazan Akar (Siyabend Zap) li Colemêrgê, ji bo Fîlîz Şaybak (Avesta Harun Wan) li Wanê konê taziyê hat vedan.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Ramazan Akar (Siyabend Zap) ê li Başûrê Kurdistanê di operasyona hevpar a HPG-YJA STAR û pêşmergeyan de ya li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da konê taziyeyê hat vedan. Di konê taziyeyê yê li Taxa Bîçer di pêşengiya Şaxa Colemêrg a MEYA-DER de hat vedan ji bo malbatê sersaxî hat xwestin. Li baxçeyê mala Akar ku ji bo jin û zilaman konê taziyeyê hat vedan li gel alên PKK, HPG û KCK’ê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Wêneyên gerîlayê HPG’ê û PKK’yiyên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane cih girtin.

Di konê taziyê yê ji bo gerîlayên HPG’ê Akar hatiye vedan wê du rojan taziye bên qebûlkirin. 

WAN

Ji bo gerîlaya YJA STAR Filîz Şaybak (Avesta Harûn Wan) li Taxa Bostanîçî ya Wanê konê taziyê hat vedan. Bi hezaran kes ji bo taziyeyê li ber avahiya şaredariyê ya kevin a Wan Bostanîçî kom bûn bi parlamenterê HDP’ê yê Wanê Uzdal Uçer, TUYAD-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêveberiya Bajêr a DBP û HDP’ê heta kolana Baxçelî ya Bostanîçî meşek lidarxistin. Girseya ku tevlî meşê bû wêneyên Tekîn Şaybak ê beriya niha 9 salan li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG’ê hilgirtin, girse bi yek dengî dirûşmayên “şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” gotin.

Girseya bi meş hat ber kon, ji aliyê malbatê ve hat pêşwazîkirin. Jinan li wir ji bo gerîlaya HPG’ê Şaybak dirûşmaya “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” gotin û bi hezaran kes ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

Paşê Serokê DBP’ê yê Wanê Musa Îtah got ku li ber bîranîna şehîdan bi rêz bejna xwe ditewînin û wê li têkoşîna wan xwedî derkevin, êşa malbatê parve dikin û ji malbatê re sersaxî xwest.

Piştî Îtah dayika gerîlaya HPG’ê Hayriye Şaybak got ku şehîd ne tenê şehîda wê ye û wiha got: “Êdî bila dayik êşan nekişînin. Em wer fikirîn êdî wê mirin çênebin û aştî pêk were. Lê çeteyan zarokên me qetil kirin.”

Piştî axaftinan malbatan taziye qebûl kirin.