Ji bo rojnameya The Guardianê îlana ‘Ji Ocalan re Azadî’
Ji bo rojnameya The Guardianê îlana ‘Ji Ocalan re Azadî’
Ji bo rojnameya The Guardianê îlana ‘Ji Ocalan re Azadî’
Endamên Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî’ îlan dan rojnameya Îngilîz The Guardianê. Di nava kesên ku îmzeya wan li binê îlanê hene de Antonia Negri, rêberê tevgera siyasî ya Baskê yê girtî Arnaldo Otegi, Naom Chomsky, Immanuel Wallerstein jî cih digirin.Yek ji rojnameyên mezin ên cîhanê The Guardian di hejmara xwe ya îro de cih da îlana ji bo azdiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di nivîsa îlana ji aliyê endamên Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Aşitî de hate diyarkirin ku divê hişmendiya nêzîkatiyên leşkerî ya li hemberî pirsgirêka Kurd ji holê rabe û bal kişandin ser girîngiya rêbazên aşitiyane.
Hate bibîrxistin ku roja 15’ê Sibata 1999 qûralên huqûqa navneteweyî hate binpêkirin û Ocalan hate girtin û radestê Tirkiyeyê hate kirin û hate destnîşankirin ku piştî 14 salan herî zêde îsal pirsgirêka Kurd ketiye rojeva cîhanê. Her wiha hate diyarkirin ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e û ji ber çaresernekirina vê pirsgirêkê derdora 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan kes jî bûne koçber
Di îlanê de i bo pêvajoyên aşitiyê yên li cîhanê îşaret bi rola Nelson Mandela, Gerry Adams, José Ramos-Horta û Aung San Suu Kyi hate kirin û hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan jî dikeve vê kategoriyê. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo tevgera azadiya Kurdan bi temamî ji ser xeta leşkerî bê ser xeta siyasî, rolek diyarker a Ocalan heye.
Her wiha hate diyarkirin ku piraniya Kurdan li pişt Ocalan in û hate destnîşankirinku ji bo çareseriya pevçûnên di navbera Kurd-Tirkan de Ocalan xwedî roleke jêneger e. Înîsiyatîfê da zanîn ku Ocalan di şert û mercên girtîgehê de nikare rola xwe ya di vî warî de bi temamî pêk bîne û bal kişand ku têkiliya Ocalan bi derve re hatiye qutkirin. Her wiha binê wê yekê hate xetkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rolek jiyanî ya Ocalan heye.
Di nava kesayetên îmzeya wan li binê îlanê hene de, ji hizêrnerên navdar ên cîhanê Antonio Negri, David Graeber, Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Alîkarê Sekreterê berê yê NY’yê Hans-Kristof von Sponeck, rêberê tevgera siyasî ya Baskê yê girtî Arnaldo Otegi cih digirin.
Her wiha, tevî nivîskar navdar ên weke Abdullah Pêşew, Şêrko Bêkes û Vedat Turkalî, gele kesayet û hunermend jî hene.
Rojanmeya The Guardian yek ji rojnameyên herî mezin ên Îngilîstanê ye. Tîraja rojane ya rojnameyê li Îngilîstan û Cîhanê 205 hezar e.