Ji bo Rojava bang hate kirin: Divê hemû kolan bibin qada berxwedanê

HDP, TJA û ESP’ê li dijî dagirkirina Rojava banga berxwedanê kirin.

HDP, TJA û ESP’ê li dijî dagirkirina Rojava banga berxwedanê kirin.

TJA

Tevgera Jinên Azad di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Dagirkeriya leşkerî ya ku koalîsyona AKP û MHP’ê hewl dide li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin, ji bo êrîşkariya destkeftiyên Kurdan e û dixwazin polîtîkayên xwe yên têkçûyî jî bi faşîzanê ser wê bigirin.”

TJA’yê banga berxwedanê kir.

HDP

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî got ku “Biryara desthilatdariya AKP û MHP’ê  ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke şaş e. Ev mudaxele di warê hiqûqa navneteweyî de wê têkeve kategoriya sûcê li dijî mirovayetiyê.

Neteweyên Yekbûyî di serî de em bang li hemû derdorên navneteweyî dikin ku bila li hemberî vê rîska şer, berpirsyariyê werbigirin.

Em bang li hemû hêzên aştî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî dikin ku bila hemberî vê gava tifaqa AKP û MHP’ê helwesta xwe diyar bikin.”

ESP

ESP’ê jî diyar kir ku “Em bang li karker û kedkarên Tirk dikin ku bila li dijî vî şerê mêtinger derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa jin û ciwanan e û ya gelên bindest e. Em li her derê bibin dengê gelê Rojava û li kolanan berxwedanê geş bikin.