Ji bo Poyraz konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo Denîz Poyraz a HDP’î ku hate qetilkirin li Taxa Çîmentepeyê konê sersaxiyê hate danîn.

Ji bo Denîz Poyraz a di êrişa çekdarî ya li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibû qetilkirin, konê sersaxiyê danîn. Konê sersaxiyê yê Poyraz a duh hat definkirin, li Nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Çîmentepe Doga ya Navçeya Konak a Îzmîrê hat danîn.

Li konê sersaxiyê wêneyên Poyraz û dowîzên “Em soz didin Denîz, em ê aştiyê bînin” hatin daliqandin. Dayika Poyraz Fehîme û bavê wê Abdulîlah Poyraz, parlamenter, hevserokên bajêr, rêveber û endamên HDP’’ê sersaxiyan qebûl  dikin.

Welatî di saetên serê sibê de hatin cihê şînê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Hat diyarkirin ku Dayikên Aştiyê wê piştî nîvro serdana malbatê bikin û sersaxiyê ji malbatê re bixwazin.