Ji bo peymana dij-Kurdan bang li parlamenterên Frensî hat kirin

Ji bo peymana dij-Kurdan bang li parlamenterên Frensî hat kirin

Gelek saziyên civaka sîvîl  ku di nav de saziyên kurd û fransî jî hebûn, bang li parlamenterên Fransayê kirin û  diyar kirin ku divê peymana dijî-kurd ya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin red bikin. Di bangê de hate diyarkirin ku dewleteke ku li dijî mafê mirovan rêzdar e, divê nebe hevkarê polîtîkayên Tirkiyeyê yên ku mafê mirovan tune dihesibîne.

Koordînasyona Piştevaniyê ya Fransayê bi Kurdistanê re ku ji organîzasyonên kurd û Fransayê pêk tê û di nav de Partiya Komunîst a Fransayê  jî heye daxuyaniyek dan û diyar kirin ku  parlamenterên ku di 26’ê sibatê de di Komîsyona Têkiliyê Derve ya Meclisa Netewî de peymanê nîqaş dikin divê dengê ‘red’ bi kar bîne.   Hate diyarkirin ku gelek xalên peymanê ku kurdan hedef digirin,  rê li ber fikarên ku dê gelek kurdên Fransayê derveyê sînor bike, vedike.

PRATÎKÊN TIRKIYEYÊ HATIN BIBÎRXISTIN

Di daxuyaniyê de hte gotin ku Peymana Hevkariya Ewlehiya Hundir dê li ser parêzvanên mafan û demokrastiyê ya Tirkiyeyê zextan zêde bike û wiha hate gotin: “Ev peyman, ne terorîzmê vedibêje, ne jî   diyar dike  ku kîjan çalakî wek terorîzmê tê dîtin.  Bi vî awayî derfetê dide her cureyê şîroveyê. Îro ya li Tirkiyeyê dibe ev e.  Yanî  kesên mafê mirovan û azadiya ramanê diparezin tên krîmînalîzekirin. Ji ber vê jî ev nayê qebûl kirin û dewleteke weke Fransayê divê nebe hevkarê vê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di peymanê de di navbera her du dewletan de agahî bi hev tên guhertin û got: “Ev nayê qebûlkirin. Ev pevguherîna agahiyê li gorî qanûna dij-terorîzmê dê gelek welatiyên Tirkiyeyê dersînor bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  divê dewleteke weke Fransayê ku mafê mirovan ji kurahî diparêze ji ber sedema muzakereyên aborî azadiya gelan neke qûrban.

Saziyên ku îmze avêtina metnê wiha ne:

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF),  Tevgera Aştiyê (Mouvement de la Paix), Tevgera Biratiya Gelan a li Dijî Faşizmê (MRAP), Şaxa Azadî û Piştevaniyê ya Marsilya (Solidarité et Liberté), lîga Mafê Mirovan (LDH) Şaxa Montpeiller, Komeleya Dostaniya Kurdan Isêre, Komeleya Dostaniya Kurdan a Korsika, Komeleya Dostaniya Kurdan  Bretonya, Komeleya Kurd a Alsas,  Buroya Enformasyon a Kurdistanê (CIK), Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê (FEYKA), Hauts-de-Seine Kurdistan.