Ji bo perwerdeya bi Kurdî mamoste jî zarok jî amade ne, lê...

Ji bo perwerdeya bi Kurdî mamoste jî zarok jî amade ne, lê...

Zarokên Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji Alîşarê koçî gundê Qopê bikin, li benda roja destpêkirina pewerdeya bi Kurdî ne. Mamosteya ciwan Cehîde Mûhammed a di Saziya Ziman a Şehîd Viyan Amara de perwerdeya zimanê Kurdî dît, anî ziman ku li gund ew ji bo perwerdeyê amade ne, lê ya kêm materyalên perwerdeyê ne.

Zarokên Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî gundên Pirsûsê bikin, li benda roja destpêkirina pewerdeya bi Kurdî ne. Zarokên bi dehan malbatên ji gundê Alîşarê koçî gundê Qop ê Pirsûsê kirine, li benda roja perwerdeya bi Kurdî ne. Ji bo perwerdeyê mamoste û bi dehan xwendekar li gund amade ne, lê materyalên perwerdeyê tine ne.

'EZ AMADE ME HÎN BIKIM, MATERYAL PÊWÎST E'

Mamosteya ciwan Cehîdê Mûhammed ji gundê Alîşarê ye û piştî perwerdeya xwe ya li Saziya Ziman a Şehîd Viyan Amara a li Kobanê temam kir, ji zarokan re dersê Kurdî dida. Mamoste Cehîdê Mûhammed niha li gundê Qopê dixwaze perwerdeyê bide zarokên Alîşar û Qopê. 

Mamoste Mûhammed ragihand ku ew her qada li gund dikarin veguherînin dersxaneyê û perwerdeya zarokan a nîvco maye dewam bikin, lê materyalên perwerdeyê nînin. Mûhammed bang li saziyên ziman ên Kurd kir ku vê kêmasiyê çareser bikin û got, "Ez dikarim li vir perwerdeyê bidim. Ji gundên derdorê jî em dikarin zarokan kom bikin û perwerdeya bi Kurdî bidin wan. Ez ji vî karî re amade me. Lê ji me re pênûs, defter, pirtûk bi kurtasî hemû pêwîstiyên perwerdeyê lazim e. Em cih naxwazin. Em naxwazin avahiyek bê çêkirin. Li ku dibe, em dikarin perwerdeyê bidin. Em naxwazin ku ji ber vî şerî zarok ji perwerdeyê bêpar bimînin. Em dixwazin ew bi zimanê xwe hîn bibin. Girîng e her kes di vî warî de hestyar be."