Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang: Em bibin deng, em ê bidin jiyîn

Parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ji bo darezandineke bi adil bi mehan in di greva birçîbûnê de. Malbata Tîmtîk banga ‘Em bibin dengên wan, em ê bidin jiyîn’ kir.

Parêzerên girtî yên ji bo mafê xwe yê edaletê biparêzin ji 5'ê Sibata 2020'an heta niha di gireva birçîbûnê de ne.

Parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk, piştî 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn.

Malbatan têkildarî rewşa Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk têkildarî rewşa zarokên xwe daxuyanî dan. Malbatan bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî kirin û xwest bi hevre li parêzeran xwedî derkevin.

Malbatan diyar kirin ku bi hev re li zarokên xwe xwedî derkevin û mafê wan biparêzin dikarin wan rizgar bikin. Malbatan anîn ziman ku bêyî cara dawî îfadeya parêzeran bigirin li Barkin Timtik 18 sal û 9, li xwişka wî Ebru Timtik 13 sal û 6 meh û li Aytaç Unsal jî 10 sal ceza birîn. Bi giştî 159 sal ceza li parêzeran birîn.

Malbatan anîn ziman ku parêzeren ketine grevê zû kiloyan didin û têkildarî rewşa Ebru Timtik wiha gotin: “Rewşa tenduristiya wê her ku diçe xerab dibe. Di hevdÎtina dawî de hevokên xwe komî ser hev nedikirin. Bi taybetî şewba Covid-19 li Girtîgeha Silivrî belav bûye. Ji bo tedbîrê tu tişt nayê kirin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin û li mafê wan xwedî derkevin em dikarin zarokên xwe rizgar bikin."