Ji bo Ozgur Gundemê çalakiya 28’emîn hate lidarxistin
Nobeda Azadiyê ya ku bi armanca piştgiriya bi rojnamevan û xebatkarên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundem a ku hate girin re, ya 28’emîn hate lidarxistin.
Nobeda Azadiyê ya ku bi armanca piştgiriya bi rojnamevan û xebatkarên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundem a ku hate girin re, ya 28’emîn hate lidarxistin.
Nobeda Azadiyê ya ji bo Endamên Desteya Şêwirmendiyê ya Weşana Rojanmeya Ozgur Gundem Asli Erdogan û Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê ya rojnameyê Înan Kizilkaya dabûn destpê kirin di hefteya 28’emîn de, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de, Meclîsa Bakirkoyê ya Tevgera Hezîranê ya Hevpar, Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) a Gungore, Televîzoyan Fransî France 5 û Wexfa Aştiyê cih girtin û pişgirî dan çalakvanan.
Di çalakiyê de ewilê Alîkarê Serokê CHP yê navçeya Gungorenê Îlhan Çetîn Keleş axivî û got: “Di kesayeta Necmiye û Asli de, di wê baweriyê de me ku hemû jinên girtî bi lezgîn bên azadkirin.” Endamê Meclîsa Tevgera Hezîranê ya Bakirkoyê Adil Gokçe jî axivî û diyar kir ku wê nobeda xwe bidomînin.
‘EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYÊ AŞTIYÊ DERKEVIN’
Sekrekterê Wexfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 1’emîn salvegera şehadeta wî de bibîr anî. Tahmaz bibîr xist ku rewşa niha Tirkiye dijî, dişibe bûyerên ku salên 90’î. Tahmaz destnîşan kir ku têkildarî qetilkirina Elçî li holê ne dosya, ne şahid û ne jî gomanbar hene. Tahmaz wiha got: “Tahîr Elçî têkoşîn bi kuştinên kiryarên wan nediyar re dikir. Lê mixabin bi heman bûyaran hate qetilkirin. Em ê azweriya wî ya têkoşînê dewam bikin, soz da ku wê xwedî li mîrateyê aştiyê derkevin.”
Nobed bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.