Ji bo Ocalan wê ji CPT û Rêxistina Efûyê re name bên şandin
Kurdên li Ewropayê dijîn, der barê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de seferberî dan destpêkirin û wê di vê çarçoveyê de ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re nameyan bişînin.
ANF
BRUKSEL
în, 22 tîrmehê 2016, 09:04
Kurd wê bi rêya van nameyan ji saziyên navneteweyî bixwazin, heyetekê bişînin Îmraliyê.
Kurdên ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn, dixwazin malbat û parêzer derhal biçin Îmraliyê. Bi vê armancê li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat çalakî tên lidarxistin. Saziyên Kurdan ên dest bi kampanyayan kirine, dixwazin der barê rewşa Ocalan agahî de agahî ji wan re bê dayîn.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ku bi sedan komele û saziyên wê hene û li Ewropayê organîzasyona herî mezin a Kurdan e, ji bo heyetek biçe Îmraliyê dest bi seferberiyê kir. Di vê çarçoveyê de wê ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re name werin şandin. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ku nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re bişînin.
'EM BI DEH HEZARAN NAMEYAN BIŞÎNIN'
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç da xuyakirin, ku ew agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nagirin û got, "Divê Kurd ji îro û pê ve dakevin qadan û qiyametê rakin. Ji ber ku Ocalan xeta me ya sor e. Divê em bi xemsarî tevnegerin. Ev yek wê me ber bi şaşîtiyeke dîrokî ve bibe. Lewma divê navendên me yên civakî bi rengekî girseyî rabin ser piyan. Wekî din ji bo xebatên dîplomatîk dosya hatin amadekirin. Pêwîste navendên me van dosyayan bidin partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajarên xwe. Her wiha ji CPT, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bixwazin ku heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê û bikin ku malbat karibe hevdîtinê bike."
Koç da zanîn, ew ê li gelemperiya Ewropayê nameyan ji CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bişînin û wiha dewam kir: "Di nava vê dosyayê de nameyek ji bo CPT û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî heye. Divê Kurd li bajarên lê ne, vê bidin nûnertiyên Rêxistina Efûyê. Ji bo CPT jî divê her kes bi rêya name, fax û e-maîlan bişînin. Ji ber ku mûxatabê me yê di vî warî de CPT ye. Pêwîste di nava çend rojan de em bi deh hezaran nameyan bişînin. Û em dixwazin CPT li ser rewşa Ocalan daxuyaniyekê bide. Divê hemû navendên me yên civakî bikevin nava tevgerê."
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ragihand, ji dawiya vê hefteyê û pê ve, di serî de li Elmanya wê Kurd li gelek welatên Ewropa û cîhanê dakevin kolanan û ji bo Ocalan çalakiyên girseyî lidar bixin.