Ji bo Nûçegîhanê DÎHA’yê Mûrat Verîm 3 sal cezayê hepsê hate birîn

Ji bo Nûçegîhanê DÎHA’yê yê Kerboranê Mûrat Verîm bi hinceta, “Propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal cezayê hepsê hat birîn.

Rûniştina doza der barê Xebatkarê Şaredariya Kerboranê yê Çapemenî û Têkiliyê Gel û Nûçegîhanê DÎHA’yê Mûrat Verîm, îro li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê hate dîtin. Nûçegîhanê DÎHA’yê Verîm bi hinceta, “Propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin û dadgehê 3 sal cezayê hepsê lê birî. Verîm û parêzerê wî der barê biryarê de, wê serî li Dadgeha Bilind bidin û îtîraz bikin.

Her wiha ji ber nûçeya bi serenavê, “Bi xwerêveberiyan ber bi nasnameya azad ve” ku 5’ê Gulanê nivîsîbû, bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” 6 sal ceza lê hatibû birîn.